Tûrîst Tûnisê diterikînin

Piştî êrîşa li bajarê Sûsa yê Tûnisê ku di encamê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan, 36 kes jî birîndar bûn, tûrîstan dest bi terikandina vî welatî kirin.

Li Sûsayê gelek otobus tûrîstan ji otobusê dibin balafirgehan. Li vî welatê ku piraniya aboriyê wê ji hatineyên tûrîzmê ye, li bajarên din jî rewşek bi heman rengî heye. Heman piştî êrîşan, rezervasyonên ji bo mehên havînê jî hatin betalkirin.

DAIŞ'ê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe û diyar kir ku navê êrîşkar jî Ebû Yahya El Kîrawanî ye. Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Tûnisê Mûhammed Alî Aroûî jî nasnameya êrîşkar piştrast kir û ragihand ku Kîrawanî ciwnekî li bajarê Kaîroûanê perwerdeya endezyariyê didît bû.

Heman piştî êrîşê hikûmeta Tûnisê da xuyakirin ku li mizgeftên derveyî qanûnan ên li welêt destek ji terorîzmê re tê dayîn û da zanîn ku bi qasî 80 mizgeft wê werin girtin û berpirsyar werin cezakirin.