Rûsya: Tevî krîzê jî peymana transît dikare bê dirêjkirin

Rûsyayê da xuyakirin ku peymana bi Ûkraynayê re ku di ser vî welatî re gaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) re tê şandin, tevî krîzê jî dikare bê nûkirin.

Rûsyayê da xuyakirin ku peymana bi Ûkraynayê re ku di ser vî welatî re gaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) re tê şandin, tevî krîzê jî dikare bê nûkirin.

Di daxuyaniya şîrketa gazê ya Rûs Gazpromê de hat ragihandin, ku Ûkraynayê berpirsyariyên xwe yên ji bo peymana transfer a 10 salan ku wê di sala 2019'an de bi dawî bibe, bicih neaniye. Serokê Gazpromê Aleksey Mîller diyar kir ku Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn, ew ji bo muzakereyên 2019'an wezîfedar kiriye û anî ziman ku dirêjkirina peymana transfera gaza ji bo welatên YE, bi temamî ne li derveyî 'dibetiyê' ye.

Mîller diyar kir ku heta nûbûna peyaman 10 salan wê muzakere dewam bikin û got, "Gazprom wê ti peymanên derbasbûna transît ên ji aliyê me ve nikarin bên qebûlkirin, îmze neke."

Bi qasî nîvê gaza Rûs a ji YE re tê firotin, di ser Ûkraynayê re derbas dibe. Ji bo vê lûleya gazê jî Rûsya salane 1 mîlyar dolare dibe.

Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn anîbû ziman ku lûleya gazê kevin bûye û rexne kiribû ku ne Ûkrayna ne jî welatên Rojavayî guh didin xeta lûleyê. 

Rûsya dixwaze xeta ji Ûkraynayê derbas dibe betal bike û xetên di ser Derya Bakur re Herikîna Bakur (North Stream) û di ser Derya Reş re jî Herikîna Tirk (Turkîsh Stream) aktîf bike.