Piştî ku derket holê îstîxbarata DYA, tevî Serokkomarên Fransayê li rêveberiya dewletê guhdarî kiriye, damezrînerê WîkîLeaksê Jûlîan Assange diyar kir ku ew ê 'belgeyên girîngtir' ên li ser mijarê biweşîne.
Di belgeyên Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) yên ji aliyê WîkîLeaksê ve hatin aşkerakirin de, derketibû holê ku Serokkomarên Fransayê jî di nav de gelek rêveber di navbera salên 2006-2012'an de hatine şopandin.
Damezrînerê WîkîLeaksê Jûlîan Assange der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Fransa 'reaksiyonê nîşanî mijarê bide'. Assange di hevpeyvîna xwe ya li qenala TF1 hat weşandin de ji Fransayê xwest, der heqê îdîayan de şopandina hiqûqî bike.
Assange destnîşan kir ku ew ê der barê şopandin û guhdarîkirina NSA li Fransayê, belgeyên 'girîngtir' biweşîne.