CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Her ku qebîleyên Amazon nêzî ‘cîhana modern’ dibin tine dibin
Li gor lêkolînan, qebîleyên Amazon ên têkiliyên wan bi mirovên ‘cîhana modern’ re zêde dibin bi tinebûnê re rû bi rû dimînin -
Bernameya hikûmeta nû ya Brîtanyayê hat erêkirin
Li Brîtanyayê, bernameya hikûmeta nû ya mûxafazakaran, ji aliyê Kamara Avam ve hat qebûlkirin. -
Di operasyona li dijî qaçaxçiyên mirovan de 16 kes hatin binçavkirin
Li Fransayê, ku ji bo çûyîna Brîtanyayê weke transît tê bikaranîn, çeteyeke ji bo koçberan bi belgeyên sexte mafê xebatê werdigirt, hat têkirin. -
Parlamenterê Swîsreyî pirsî: Sedema penaberiyê çima dibe sedema girtinê?
Der barê Mehmet Yeşîlçali yê ji ber operasyonên li hemberî ATÎK'ê li Swîsreyê hat girtin, Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezareta Edaletê kir. -
Ji Kanadayê kontrola biyometrîk a li welatiyên 150 welatan
Li Kanadayê, pêkanîna kontrola biyometrîk a li welatiyên 29 welatan, ku di dema hatina welêt de tevî şopa tiliyan daneyên şexsî tê wergirtin, berfireh dibe. Biryar hat girtin ku ev kontrola biyometrîk li welatiyên 150 welatan bê kirin. -
Li Kolombiyayê li ser 'Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan' lihevhatin pêk hat
Li Kolombiyayê li hev hatin, ku ji bo lêkolînkirina sûcên di şerê navxweyî yê 50 salan de rû dane, komîsyonek bê avakirin. Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan, dema hikûmetê û gerîla peymana aştiyê mor kirin wê dest bi kar bike. -
Ji Yewnanîstanê daxwaza taloqkirina deynan
Hikûmeta Yewnanîstanê ya di bin zexta Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Yekîtiya Ewropa de ye, hewl dide dayîna deynên xwe taloq bike. -
Li benzînxaneyeke li Ganayê teqîn: Herî kêm 78 kes mirin
Li paytexta Gana Akrayê, li stasyoneke benzînê teqîneke mezin rû da. -
Astengiyên li pêşiya dijberên G7 hatin rakirin
Elmanya xwe amade dike ji Civîna Bilind a G7 a roja Yekşemê re malovaniyê bike. Komên dixwazin civînê protesto bikin jî diherikin herêmê. -
Rûsya: Balafira Ûkraynayê balafira Malezyayê xist xwarê!
Rayedarên Rûs diyar kirin ku di destê wan de delîl hene ku nîşan didin balafira Malezyayê ji aliyê balafireke şer a Ûkraynayê ve hatiye xistin. -
Îdîayên bertîlê ji bo kûpayên cîhanê yên 1998 û 2010'an jî hatin kirin
Îdîayên li ser skandala bertîlê ya li FÎFA'yê, roj bi roj zêde dibin. Piştî kûpayên cîhanê yên 2018 û 2022'an niha jî îdîayên bertîlê yên li ser kûpayên 1998 û 2010'an di rojevê de ne. -
Di ser Tirkiyeyê re hatina YE 5,5 qat zêde bû
Ji ber şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, koça penaberan a ber bi welatên Ewropayê ve zêde dibe. Di ser Tirkiyeyê hatine bi qaçaxî jî herî kêm bi 5,5 qatan zêde bû. -
‘Rîska ketina girtîgehê ya zarokên Aborjîn zêdetire’
Aborîjînên ku aliyê herî xizan û bindest ên Awûstralyayê ne, zarokên wan her diçe zêdetir tevlî sûcan dibin. -
NASA mezintirîn paraşûta supersonîk diceribîne
Daîreya Hewa û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîka (NASA), ji bo di dema pêş de li gerstêrka sor veguhastineke bi ewle were kirin, paraşûta herî mezin a supersonîk amade kir. NASA xwe amade dike ku vê paraşûtê biceribîne. -
Li Sefîrê Bilind ê Rûsyayê PE hat qedexekirin
Piştî ku Rûsyayê, gera 89 welatî û siyasetmedarên Ewropayê qedexe kir, Parlamenta Ewropayê bersiv da. Li Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Yekîtiya Ewropayê (YE), ketina hundirê Parlamenta Ewropayê hat qedexekirin. -
Li Çînê keştî noqî avê bû: Zêdetirî 400 kes winda ne
Li Çemê Yangtze yê Çînê keştiya 458 kes têde ji ber firtoneyê noqî avê bû. -
Li Fransayê bêkarî zêde dibe
Li Fransayê Partiya Sosyalîst ev 3 sal e desthilatdar e û polîtîkayên hikûmetê li dijî bêkariyê bê çare ye. Hejmara bêkaran herî kêm 26 hezar zêde bûye û rekor şikand. Hikûmet jî bi peymanên kar ên desteka dewletê hewl dide pirsgirêkê çareser bike. -
Li Awûstûryayê rastgirên radîkal li pêş in
Di hilbijartinên li du eyaletên Awûstûryayê pêk hatin rastgirên navend û partiyên çep bi awayekî cidî paşde ketin, FPO ya dijminê biyaniyan e dengên xwe zêde kirin. -
Di 92 salî de maratona ji 42 km beziya
Harrîette Thompson a 92 salî ya li DYA dijî, maratona ji 42 kîlometreyî beziya û rekora yekemîniyê ya par bi dest xist, neda destê kesî. -
Ji hikûmeta Trablûsê banga seferberiya li dijî DAIŞ'ê
Li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li Lîbyayê bi pêş ve diçin, banga seferberiya topyekûn hat kirin. -
Li DYA’yê ji 385 cînayetên polîsan tenê lêpirsîn li 3 kesan hat vekirin
Hejmarên têkildarî cînayetên ku polêsan li DYA’yê ji meha Tebaxê û vir ve rê li ber vekirine, balê dikişîne. Tenê di 5 mehan de li DYA’yê 400 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetiklirin û tenê têkildarî 3 polîsan de lêpirsîn hat vekirin. -
Hebûna Çînê ya li deryayan, DYA û welatên herêmê dixe nava 'fikaran'
Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Çînê de li ser Derya Başûrê Çînê alozî heye. DYA li dij derdikeve ku Çîn hebûn û bandora xwe ya li giravên li herêmê zêde dike. Welatên li herêmê jî ji vê rewşê razî nînin. -
Balafira ji enerjiya rojê li ser Pasîfîkê ye
Versiyona duyemîn a Solar Împûlse, ku yekemîn balafira cîhanê ya bi temamî bi enerjiya rojê dixebite ye, tûra xwe dewam dike. Solar Împûlse 2, dest bi rêwîtiya xwe ya dirêj a ji Çînê heta Hawaî kir. -
Li Nîjeryayê êrîşa întixarî: Bi dehan kes mirin
Li bajarê Maîdûgûrî yê Nîjeryayê ku Boko Haramê hewl da dagir bike lê bi ser neket, êrîşê întixarî rû da. Di encama êrîşê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Hîndîstanê mirina ji ber germê dewam dike
Li Hîndîstanê, hejmara kesên di nava du hefteyan de ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar derbas kir. Li gelek bajaran elektrîk qut bûye û nexweşxane jî nikarin bi têrkerî xizmetê bidin.