Li Nîjeryayê êrîşa întixarî: Bi dehan kes mirin
Li bajarê Maîdûgûrî yê Nîjeryayê ku Boko Haramê hewl da dagir bike lê bi ser neket, êrîşê întixarî rû da. Di encama êrîşê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta yealeta Borno Maîdûgûrî ya li bakurrojhilatê welêt e, di encama êrîşeke întixarî ya li hemberî mizgeftekê de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li herêma ku xebatên rizgarkirinê lê dewam dike, bi dehan birîndar hene.
Şaniyên bûyerê diyar kirin ku çalakgerê întixarî weke mirovekî ji rêzê ketiye hundirê mizgeftê û bombeyên li ser xwe teqandiye. Êrîşa ku li gorî dema herêmê saet di 15:30 de qewimî, tê texmînkirin ku ji aliyê terorîstên Boko Haram ve hatibe kirin.
Rêxistina Boko Haram beriya niha hewl dabû bajarê stratejîk Maîdûgûrî dagir bike. Endamên Boko Haram ên di şeva Înê de êrîşî bajêr kirin, li ser destwerdana artêşê re neçar mabûn xwe vekişînin.
Mûhammedû Bûharî yê di meha bihurî de ji bo Serokdewletiyê hat hilbijartin dabû xuyakirin ku ji bo têkoşîna li hemberî Boko Haram baştir were dayîn, ew ê navenda fermandariyê ya artêşê ji paytext Abûja bibin bajarê Maîdûgûrî.