Parlamenterê Swîsreyî pirsî: Sedema penaberiyê çima dibe sedema girtinê?

Der barê Mehmet Yeşîlçali yê ji ber operasyonên li hemberî ATÎK'ê li Swîsreyê hat girtin, Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezareta Edaletê kir.

Der barê Mehmet Yeşîlçali yê ji ber operasyonên li hemberî ATÎK'ê li Swîsreyê hat girtin, Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezareta Edaletê kir. Di pêşniyar pirsê de hat gotin, "Sedemên ku rê li ber terikandina ji welatê xwe vekir û weke sedema qebûlkirina mafê penaberiyê hat pejirandin, çawa çêdibe ku weke sedema radestkirina ji welatekî sêyemîn re tê nîşandan."

Der barê Mehmet Yeşîlçali yê di çarçoveya lêpirsîneke li Elmanyayê de roja 15'ê Nîsanê ji bo radestkirina Elmanyayê li Swîsreyê hat binçavkirin de, endamê Parlamenta Federal a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Jans Beat pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezareta Edaletê kir.

Di pêşniyarpirsê de hat ragihandin ku Mehmet Yeşîlçali di sala 2007'an serledana penaberiya siyasî li Swîsreyê kiriye, ev serlêdana di sala 2010'an de hatiye qebûlkirin û hat destnîşankirin ku sûcdariyên li Yeşîlçali tê kirin, heman sedem in ku Yeşîlçali ji ber wan welatê xwe terikandiye. Beat ji Wezareta Edaletê re got, "Sedemên ku rê li ber terikandina ji welatê xwe vekir û weke sedema qebûlkirina mafê penaberiyê hat pejirandin, çawa çêdibe ku weke sedema radestkirina ji welatekî sêyemîn re tê nîşandan."

'PENABERÊN POLÎTÎK BILA LI KU BIJÎN?'

Beat her wiha pirsa "Dewleta Swîsre bi vî rengî çawa dikare garantiyê bide ku Yeşîlçali ji Tirkiyeyê re neyê şandin?" li Wezareta Edaletê kir û got, "Gelo li ser rûyê erdê cihek heye penaberên polîtîk karibin lê bijîn."

KOMÎTEYA DESTEKÊ WÊ DAXUYANIYÊ BIDE

Tê payîn ku bersiva ji pêşniyarpirsên Beat wê roja Duşemê ji aliyê Wezaretê ve bê dayîn. Komîteya Destekkirina Yeşîlçali jî wê li ser vê bersiva Wezareta Edaletê li avahiya parlamentê daxuyaniyekê bide.