Balafira ji enerjiya rojê li ser Pasîfîkê ye

Versiyona duyemîn a Solar Împûlse, ku yekemîn balafira cîhanê ya bi temamî bi enerjiya rojê dixebite ye, tûra xwe dewam dike. Solar Împûlse 2, dest bi rêwîtiya xwe ya dirêj a ji Çînê heta Hawaî kir.

Versiyona duyemîn a Solar Împûlse, ku yekemîn balafira cîhanê ya bi temamî bi enerjiya rojê dixebite ye, tûra xwe dewam dike. Solar Împûlse 2, dest bi rêwîtiya xwe ya dirêj a ji Çînê heta Hawaî kir.

Beşa heftemîn a rewîtiya balafira ku ji aliyê pîlotên Swîsreyî Bertrand Pîccard û Andre Borschberg ve hat amadekirin, destpê kir. Balafira ku bi 17 hezar bataryayên rojê yên li ser hatiye bicihkirin dixebite, di meha Nîsanê de li bajarê Çîn Nanjîngê firiya û di ser Okyanûsa Pasîfîk re ber bi Hawaî ve difire.

Pîlot Andre Borschberg balafirê difirîne û tê payîn ku rêwîtiya wê 5-6 rojan dewam bike. Pêwîste pîlot di nava vê demê de zêde ranezê.

Rêwîtiya Solar Împûlse 2 bi giştî ji 16 beşan pêk tê û tê plankirin ku balafir bi qasî 30 hezar kîlometreyî bifire. Di her beşê de jî bi tenê pîlotek dikare balafirê bifirîne. Balafira ku qet sotemeniyê bikar nîne, dirêjahiya baskên wê 72 metre ye û bi vî rengî xwe digihîne mezintirîn balafira cîhanê Aîrbûs 380. Giraniya giştî ya balafirê jî bi tenê 2 hezar 300 kîlogram e. Ev giranî ji sedî 1 ê giraniya balafira Aîrbûs 380 y e.

Solar Împûlse 2 ji paytexta Emaretên Ereb Ebû Dabî dest bi rêwîtiya xwe kir, di destpêkê de çû Hîndîstanê, ji wir jî derbasî Myanmar û Çînê bû û niha jî berê xwe daye DYA. Li gorî planê ev firîn wê bi giştî 25 rojan dewam dike.

Solar Împûlse 2, piştî ku xwe gihand DYA wê di ser Atlantîkê re biçe Başûrê Ewropayê, ji wir jî di ser Bakurê Afrîkayê careke din vegere nuqteya lê bi hewa ketiye Ebû Dabî.