Li DYA’yê ji 385 cînayetên polîsan tenê lêpirsîn li 3 kesan hat vekirin

Hejmarên têkildarî cînayetên ku polêsan li DYA’yê ji meha Tebaxê û vir ve rê li ber vekirine, balê dikişîne. Tenê di 5 mehan de li DYA’yê 400 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetiklirin û tenê têkildarî 3 polîsan de lêpirsîn hat vekirin.

Hejmarên têkildarî cînayetên ku polêsan li DYA’yê ji meha Tebaxê û vir ve rê li ber vekirine, balê dikişîne. Tenê di 5 mehan de li DYA’yê 400 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û tenê têkildarî 3 polîsan de lêpirsîn hat vekirin.

Li gorî nûçeyên di rojnameya Washîngton Post û çapemeniya neteweyî de cih girtiye, ji serê salê heta niha 385 kes ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Li gorî vê ji kesê hatin kuştin yê herî ciwan 16 û yê herî extiyar jî 83 salî ye.

Encameke din a balê dikişîne jî têkildarî nîjad û koka kesên hatin kuştinê ne.  Nîvê kesên hatin qetilkirin ji nîjada spî ne.

Di nava kesê bê çek ên hatine kuştin de, kesên ji Afro-Amerîka û yên ji  Latîn Amerîka (Hîspanîk) zêde bûn. Ji sêyan du kes ji wan pêk tê.

YÊN XIZAN Û PIRSGIRÊKÊN WAN YÊN PSÎKOLOJÎK HENE, ZÊDE NE

Kesên ji aliyê polîsên Amerîkayê ve hatine kuştin, piranî xizanin û beşek jî ji ber sûcên sivik ên qeydên wan ligel polîs hene. Lê dîsa piranî yên pirsgirêkên wan ên psîkolojîk hene.

Li gorî lêkolîna Washington Post ji kesên hatin qetilkirin ji sedî 16 bêçek bûne û piranî dema ji polîsan direviyan hatine kuştin.

TÊKILDARÎ SÊ POLÎSAN DE LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN

Li gorî lêkolînê 385 bûyer pêk hatine û tenê di bûyeran de li polêsan lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li gorî lêkolîna di meha Nîsanê de hatiye kirin, di 10 salên dawî de bi hezaran kes hatin kuştin û tenê têkildarî 54 polêsan de lêpirsîn hatiye vekirin.

Sala bûhrî di meha Tebaxê de ciwanekî reşik yê 18 salî yê bi navê Mîchael Brown hat kuştin û  li bajarê Ferguson protestoyên cidî hatibûn kirin. Piştî bûyeran li aliyê Qesra Spî ve raporeke ku ji bo reforma têkildarî raye û pêkanînên polîsan de hatibû amadekirin.