Bernameya hikûmeta nû ya Brîtanyayê hat erêkirin

Li Brîtanyayê, bernameya hikûmeta nû ya mûxafazakaran, ji aliyê Kamara Avam ve hat qebûlkirin.

Li Brîtanyayê, bernameya hikûmeta nû ya mûxafazakaran, ji aliyê Kamara Avam ve hat qebûlkirin. Di nava vê 

Bernameya hikûmeta nû ya bi Serokwezaretiya lîderê Partiya Mûxafazakar (Torîes) Davîd Cameron, di hefteya bihurî de di seremoniya bi beşdariya Elîzabeth a II. de hatibû ragihandin. Bername duh li Kamara Avamê pêşkêşî dengdayînê hat kirin û li hemberî 279 dengên dijber bi 326 dengan hat qebûlkirin.

Di nava bernameya hikûmeta Cameron de taybetîkirina saziya postayê ya welêt Royal Mail, ji Nîsana 2015'an heta Adara 2016'an kêmkirina 3 mîlyar Sterlîn di lêçûnên cemaweriyê de, hene. Tê plankirin ku ev teserûf bi taybetî di Saziya Sîgortayên Tenduristiyê yên Neteweyî (NHS) û saziyên perwerdeyê de bê kirin.

Xala herî girîng a di bernameya hikûmetê de cih digire jî, referandûma li ser endametiya Brîtanya ya li Yekîtiya Ewropa ye. Serokwezîr Davîd Cameron beriya hilbijartinê soz dabû ku ew ê endametiya welatê xwe a li Yekîtiya Ewropayê, di sala 2017'an de bike mijara referandûmê.