CÎHAN
Li Venezûelayê 2 erdhejên bi 7,2 û 7,5 pileyî bûn sedema hilweşîneke mezin. Li gorî daneyên fermî herî kêm 164 kes mirin. Lê tê gotin, dibe ku bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da bin.
Piştî ku hevdîtinên aştiyê bê encam man, rêveberiya Washingtonê operasyonên leşkerî yên bi sînor ên li dijî Îranê ji nû ve xist rojeva xwe. Plana dorpêçkirina Tengava Hurmuzê jî li Ewropayê bû sedema nerazîbûneke cidî.
Li Viyana, Graz û Welsê, bi hezaran Kurd û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Jinan di refên pêş ên meşan de bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan û wiha gotin, “Em ê ji bo mîsogeriya şoreşa jinan ji kolanan neterikînin.”
Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê, diyar kir ku ew amade ne li gel rayedarên Efganîstanê diyalogê bidomînin û got ku lê divê ‘pirsgirêkên ewlehiyê yên esasî’ yên têkildarê ewlehiya sînor û fealiyeta komên çekdar bên çareserkirin.
Qirkirina ku DAİŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê dijî gelê Êzidî pêk anîbû, li bajarê Borlänge yê Swêdê bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Li Qada Sor merasîmeke mezin
Di 70. salvegera serketina Yekîtiya Sovyetan a li hember Elmanyaya Nazî, li Qada Sor bi tevlîbûna 16 hezar û 127 leşkeran merasîma meşa girseyî pêk hat.
-
-
-
Serketina Artêşa Sor tê pîrozkirin
Paytexta Rûsya Moskova dema Artêşa Sor a di 2’yemîn Şerê Cîhanê de artêşên welatên faşîst ên Hîtler pêşengiya wan dikir têk bir û bi ketina Berlînê re şer bi dawî bû pîroz dike.
-
-
Hêza deryayê ya Elman zêdetirî 400 penaber rizgar kir
Hejmara penaberên hewl didin bi derbaskirina Derya Spî xwe bigihînin welatên Ewropayê bi mehên biharê re zêde dibin. 400 penaberên ji Lîbyayê li keştiyê hatin siwarkirin ji aliyê keştiyên hêza deryayê ya Elman ve hatin rizgarkirin.
-
-
-
Hilbijartina li Brîtanya bi dawî bû
Di hilbijartinên ji bo Kamaraya Avam a baskê jêr a Parlamentota Brîtanya ya xwedî 650 parlamenterî ye hilbijartina roja Pênçşemê bi serketina Partiya Muhafezekar li desthilatdariyê û Partiya Neteweyî ya Îskoç (SNP) bi encam bû.
-
-
-
-
‘Divê di muzakereyên avhewayê de lezgîntir bin’
Civînên têkildarî Konferansa Avhewayî ya di dawiya meha Mijdarê de li paytexta Fransa Parîsê wê destpê bike, didomin. Li gorî Fransaya ku vê hefteyê ji civînan re malovanî kir, divê di muzakereyan de lezgîntir bin.
-
-
-
Hikûmeta koalîsyonê li Îsraîlê tê damezrandin
Li Îsraîlê, piştî hilbijartinên giştî yên beriya 6 hefteyan hatin kirin, hikûmeta nû ya welêt birêve bibe, hat damezrandin. Lîderê Lîkûd Benyamîn Netanyahû bi desteka Mala Yahûdî ya neteweperest re wê hikûmeta nû ava bike.
-
-
Ebola sînorê 11 hezarî derbas kir
Li welatên Rojavayê Afrîkayê, hejmara mirovên ji ber şewba Ebola jiyana xwe ji dest dan, 11 hezar derbas kir. Yekane pêşketina ku hêviyê dide, daxuyaniya li ser bidawîbûna şewbê li Lîberya ye.
-
-
Ji bo hevpeyvîna komkujiya Parîsê Xelata Taybet a RSF
Xelatên rojnamevaniyê yên ji aliyê RSF, GEN û malpera Rue89 ve tên dayîn, gihaştin xwediyê xwe. Emmanûelle Valentî ku der heqê komkujiya Parîsê de li ser lêgerîna edaletê ya jinên Kurd hevpeyvîn kir, hêjayî Xelata Taybet a RSF hat dîtin.
-
-
Di muzakereyên bi Îranê re rawestgeha nû Viyana ye
Di navbera Îran û 5 endamên daîmî yên YE’yê, DYA, Rûsya, Çîn, Îngîlîstan, Fransa û Elmanya ku koma 5+1 ava kirine de li ser metna lihevkirina heyî, hevdîtinên li New Yorkê destpê kirin wê 12’ê Gulanê de li Viyana ya Awûstûryayê bidomin.