Li Peravên Diranên Fîlan kremên spîkirina çerm hatin qedexekirin
Li Peravên Diranên Fîlan kremên spîkirina çerm bi sedema ji bo tenduristiyê nebaş in hatin qedexekirin.

Hilberînên spîkirina çerm, tevî ku tê zanîn rê li ber pançeşêr, diyabet û nexweşiyên çerm û hwd nexweşiyan vedike jî, li Afrîkayê bi taybet di nav jinan de pir tên bikaranîn.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Peravên Diranên Fîlan de, hat gotin ku kremên di nav wan de madeya pîgmend û hîdrokînan hene bi temamî hatine qedexekirin.
Lê belê pispor diyar dikin ku ev qedexe wê nikaribe rê li ber bikaranîna van kreman bigire.
Li Gambîa tevî hatiye qedexekirin jî ev berhem tên bikaranîn.
Tê texmînkirin ku li Afrîkaya Başûr tevî ev berhem bi salan e, qedexe ne jî ji her sê jinan yek bi kar tîne.
Li gor rapora 2008’an a Bernameya Hawirdorê ya NY, welatê herî zêde ev berhem tên bikaranîn Nîjerya ye.