Li Yemenê ji 12’ê Gulanê şûn ve agirbesta 5 rojan

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Erebîstanê Adel el Cubeyr, di serdana xwe ya Parîsê de diyar kir ku li Yemenê piştî 12’ê Gulanê şûnde agirbesta 5 rojan îlan kirine.

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Erebîstanê Adel el Cubeyr, di serdana xwe ya Parîsê de diyar kir ku li Yemenê piştî 12’ê Gulanê şûnde agirbesta 5 rojan îlan kirine.

Daxuyaniya agirbestê piştî civîna ku di navbera nûnerên Monarşiyên Kendav û Wezîrên Karên Derve yê DYA’yê John Kerry yê ya li Parîsê pêk hat, hat dayîn.

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Erebîstanê Cubeyr ku ji Koalîasyona Ereb re pêşengî kir, bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkayî John Kerry re daxuyanî da çapemeniyê.

Cubeyr got: “Agirbest wê di 12’ê Gulanê de li gor saeta herêmî 23.00’an destpê dike, 5 rojan wê bidome û di rewşa ku li gorî vê tevgerîn, biryar hatiye dayîn ku karibe bê nûkirin.”

Cubeyr bi lêv kir ku di rewşa ku Husiyên Şîî û yên piştgiriyê didin wan li gorî vê tevnegerin wê ev nekeve meriyetê.

Siûdî Erebîstan û tifaqên wê ji 26’ê Adarê ve li Yemenê Hûsiyên Şîî bombebaran dike. Fikara Siûdî ev e ku Hûsî kontrola Yemenê bigirin dest û bandora Îranê zêdetir bike.

Di êrîşên hewayî ya Siûdiyan de windahiya can zêde bû. Li gorî NY’ê 1400 kesî jiyana xwe ji dest daye, bi hezaran jî birîndar bûne.

20 mîlyon Yemenî, yanî ji sedî 80 di bin xetereya birçîbûnê de ne. Organîzasyonên navneteweyî ji bo alîkariya mirovahî  bang kirin ku divê navberê bidin pevçûnan.