Hasan Nasrallah: Em ê li El Nusra bidin

Serokê tevgera Hîzbullah a li Lubnanê Hasan Nasrallah, got ku wê rêxistina wan êrîşî endamên Eniya El Nusra yên li sînorê Sûriyeyê ne bike.

Serokê tevgera Hîzbullah a li Lubnanê Hasan Nasrallah, got ku wê rêxistina wan êrîşî endamên Eniya El Nusra yên li sînorê Sûriyeyê ne bike.

Li gor nûçeya BBC; Nasrallah diyar kir ku wê endamên Eniya Nusra yên li Çiyayê Kalamûn bikin hedef û têkildarî demê detay neda.

Nasrallah, anî ziman ku El Nusra ya li hember mîlîtanên Hîzbullahê yên li Sûriyeyê hin rêze çalakî pêk anîn tehdîdeke ku nayê qebûlkirin.

Hîzbullah a mutefîkê Serokdewletê Sûriye Beşar Esad e, bi sedan mîlîtan şandin şerê navxweyî yê li Sûriyeyê.

'EM Ê YA PÊWÎST BIKIN'

Nasrallah got, "Ti tecrubeya dewleta Lubnanê ya vê pirsgirêkê çareser bike nîne. Lewma em ê ya pêwîst bikin û berpirsyartiyê bigirin.”