CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Elmanyayê bersiva erênî da nîvê serlêdanên penaberan
Hikûmeta Federal bersiv da pêşnûmepirsa Partiya Çep (Dîe Lînke) û diyar kir ku serlêdanên penabertiyê yên di sê mehên destpêkê yên di salê de hatine kirin, nîvê wan hatine qebûlkirin. -
FARC ya hedefa operasyonên îmhayê ye, dawî li agirbestê anî
Li Kolombiyayê ji sala 2012’an heta niha muzakereyên aştiyê yên didomin, darbeyan dixwe. FARC’ê bertek nîşanî nerawestandina operasyonên îmhayê yên artêşê yên li dijî gerîlayan da û diyar kir ku dawî li agirbestê anîne. -
Li Meksîka di navbera çete-polîs de pevçûn bi dehan mirî hene
Li Meksîkaya çeteyên tiryakê bi bandor in, hat ragihandin di navbera polîs û çeteyan de pevçûn derket û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da. -
Norwecê di îxracata gazê ya ji bo rojavayê Ewropayê, Rûsya li pey xwe hişt
Rûsyaya ku di îxracata gazê ya ji bo welatên Ewropayê di rêza pêş de cih digirt, para wan a di piyasaya enerjiyê de kêm dibe. Di gaza ku YE’yê îthal kiriye de, para Norwecê, li gor nebaşiya Rûsyayê zêde dibe. -
Li Fransayê li hember îsrafa xurekê bexşa mecbûrî
Li Fransayê bi qanûna li Meclîsa Neteweyî hat qebûlkirin tê armanckirin ku pêşiya îsrafa xurekê bê girtin. -
'Şerîda Gazzeyê bi krîzeke xetere ya malî re rû bi rû ye'
Bankaya Cîhanê di raporeke xwe de diyar kir ku Şerîda Gazzeyê bi krîzeke xetere ya malî re rû bi rû ye û Fîlîstînî, Îsraîlî û bexşendeyên navneteweyî hişyar kir. -
Di êrîşa DAIŞ’ê ya li hember mizgeftê de herî kêm 22 kes mirin
Li Siûdî Erebîstanê li hember mizgefta şîiyan ku êrîşa bombeyî pêk hat bîlanço giran dibe. Di êrîşa ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anî herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da, nêzî 100 kes birîndar bûn. -
WHO: Qelsiya sîstemên tenduristiyê dibe sedema mirinê
Şewba Ebola ya li rojavayê Afrîkayê di nava salekê de rê li ber mirina 11 hezar kesî vekir, di heman demê de rewşa zehmet a sîstemên tenduristiyê yên li gelek welatên cîhanê raxist pêş çavan. -
Li Îngilîstanê lêpirsîna li îstîsmara zayendî ya zarokan
Polîsê Îngilîz, 261 jê siyasetmedar, rojnamevan û sînemevanên 'li pêş çavan' der heqê 1433 kesan de ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan, lêpirsînê dimeşîne. -
Li Derya Spî duh 900 koçber hatin rizgarkirin
Li Derya Spî duh bi qasî 900 koçber hatin rizgarkirin. Keştiyên Fransayê yên tevlî operasyonên rizgarkirinê bû, bi qasî 300 koçber rizgar kirin. -
Li Cezayîrê operasyon: Zêdeyî 20 endamên AQMI mirin
Li Cezayîrê ku komên ser bi El Qaîde û DAIŞ'ê lê tevdigerin, di operasyonan de zêdeyî 20 milîtan hatin kuştin. -
Li Rîo ya xwe ji bo Olîmpiyadê amade dike kedkarên înşeatê di grevê de ne
Li Brezîlyaya xwe ji bo Olîmpiyada 2016'an amade dike, bi hezaran karkerên aktîf ên di xebatên binesazî û înşeatê de dixebitin, ji bo heqdestên wan werin zêdekirin, ketin grevê. -
Li Yemenê 550 hezar kesî malên xwe terikandin
Ji ber şerê navxweyî yê li Yemenê ku ev du meh in dewam dike, bîlançoya însanî her diçe giran dibe. UNHCR da xuyakirin ku ji pevçûnên rê li ber mirina hezar 850 kesî vekirin, zêdeyî 545 hezar kes neçar mane malên xwe biterikînin. -
Li Rûsyayê qanûna NGO'yan bi sînor dike hat qebûlkirin
Li Rûsyayê, qanûna xebatên rêxistinên civakî yên sivîl ên navneteweyî (NGO) bi sînor dikin, li baskê jêrîn ê parlamentê li Dûmayê hat qebûlkirin. -
Di şewata li Kanada de qada daristanî ya ji 250 km² şewitî
Li rojavayê Kanadayê, şewata li daristanê ya di 8'ê Gulanê de destpê kir, hînê nikare bê vemirandin. Ji ber şewatê heta niha qadeke daristanî ya ji 25 hezar hektarî tine bûye. -
Li Elmanyayê greva rêyên hesinî
Li Elmanyayê, makînîstên ku ev çend meh in daxwazên wan bê bersiv in, piştî hefteyekê careke din dikevin grevê. Sendîkaya GDL'ê aşkera ne kir ku greva îro destpê bike wê heta kengî dewam bike. -
Li Kolombiya erd şemitî : 33 mirî
Li herêma Salgar a li Bakurê rojavayê Kolombiya erd şemitî herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Drama penaberên li Başûrêrojhilatê Asyayê didome
Drama penaberên li Okyanûsa Başûrêrojhilatê Asyayê têkoşîna jiyanê didin, didome. -
Ji polîsê Elman li penaberan îşkence
Derket holê ku polîsekî Elmanyayê di demên cuda de li du penaberan îşkence kiriye. Di navbera du bûyerên ku dozgeriyê lêpirsîn lê vekiriye de herî kêm 6 meh hene û tê fikirîn ku ji yekî zêdetir polîsan îşkence kirine. -
Hikûmeta Nepalê: Ji bo ji nû ve avakirinê 2 mîlyar dolar divê
Ji Nepalê ku di 25'ê Nîsanê û 12'ê Gulanê de ji ber du erdhejan hilweşîneke mezin lê der bû, banga alîkariyê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin. Serokwezîr Sûshîl Koîrala diyar kir ku ji bo ji nû ve avakirinê pêwîstî bi 2 mîlyar dolarî heye. -
'Hîzbûllahê derbek giran li El Nûsra û DAIŞ'ê xist'
Lîderê Hîzbûllah a Lubnanê Seyyîd Hesen Nasrûllah di axaftina xwe ya li televîzyonên El Menar, El Meyadîn û El Alem hatin weşandin de diyar kir ku wan li hemberî çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê serketinên girîng bi dest xistine. -
6 hezar leşker gihîştin Ramadî, DAIŞ li bajêr qels dibe
6 hezar leşkerên ji bo bajarê Ramadî yê El Ambarê hatin şandin, gihîştin bajêr. Li bajarê ku şer lê giran e, tê gotin ku hin kolanên bajêr bênavber dest diguherin. -
Bernameya alîkariya bêkaran wê di ser ciwanan re bê fînansekirin!
Li Elmanyayê ji bo bi deh hezaran kesên demeke dirêj e bêkar in 'bernameyeke taybet' tê avakirin. Lê belê bernameya ji 750 mîlyon euroyî, wê ji budçeya ji bêkarên din re hatiye veqetandin bê birîn. -
Li Elmanyayê êrîşa li dijî wargeha penaberan
Li Elmanyayê ku ji ber zêdebûna hejmara penaberan pêwîstî bi wargehên nû heye, êrîşên nîjadperestî jî zêde dibin. Wargeheke penaberan a li Brandenbûrgê lê êrîşê rast hat. Lê ji ber ku wargeh hînê vala bû, tiştek bi kesî nehat. -
Dêra Skoçyayê rêya rahîptiyê li hevzayendan vekir
Dêra Skoçyayê bi biryarekê re derfet da, ku takekesên li derveyî zewacê têkiliya hevzayendiyê dijîn, dikarin bibin rahîp.