Bernameya alîkariya bêkaran wê di ser ciwanan re bê fînansekirin!

Li Elmanyayê ji bo bi deh hezaran kesên demeke dirêj e bêkar in 'bernameyeke taybet' tê avakirin. Lê belê bernameya ji 750 mîlyon euroyî, wê ji budçeya ji bêkarên din re hatiye veqetandin bê birîn.

Li Elmanyayê ku di nava Yekîtiya Ewropa (YE) de yek ji welatên bêkarî lê herî kêm e, ji bo bi deh hezaran kesên demeke dirêj e bêkar in 'bernameyeke taybet' tê avakirin. Lê belê bernameya ji 750 mîlyon euroyî, wê ji budçeya ji bêkarên din re hatiye veqetandin bê birîn.

Bi pêşniyarnameya Wezîrê Xebatê yê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Andrea Nahles re, ji bo 43 kesên demeke dirêj e bêkar in, bernameyeke nû dikeve dewrê. Maliyeta vê bernameya ji bo bêkarên demdirêj hatiye amadekirin, di nava 3 salan de 750 mîlyon euro ye.

Partiyên din ên li mûxalefetê jî bi fikar in ku ji bo fînansmana bernameyê dibe ku bernameyên din ên ji bo bêkar û ciwanan zerarê bibîne. Li gorî nûçeya di rojnameya Die Welt de cih girt, di bernameya ji bo pêşniyarpirsa endama Partiya Keskan Brîgîtte Pothmer de wê ji bo fînansmana bernameya taybet, budçeya saziya lêgerîna li kar Job Center were kêmkirin.

Li gorî vê yekê tê texmînkirin ku budçeya ji bo perwerdeya pîşeyî ya bêkarên ciwan, zerarê bibîne. Brîgîtte Pothmer ji rojnameya Die Welt re axivî û diyar kir ku hin bernameyên beriya niha ji bo bêkaran hatibûn aşkerakirin dibe ku di kêliya dawî de betal bibin. Pothmer hişyarî da ku ev rewş dikare li saziyên lêgerîna li kar Job Centeran rê li ber kaoseke cidî veke.