Li Yemenê 550 hezar kesî malên xwe terikandin

Ji ber şerê navxweyî yê li Yemenê ku ev du meh in dewam dike, bîlançoya însanî her diçe giran dibe. UNHCR da xuyakirin ku ji pevçûnên rê li ber mirina hezar 850 kesî vekirin, zêdeyî 545 hezar kes neçar mane malên xwe biterikînin.

Ji ber şerê navxweyî yê li Yemenê ku ev du meh in dewam dike, bîlançoya însanî her diçe giran dibe. Konseya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da xuyakirin ku ji pevçûnên rê li ber mirina hezar 850 kesî vekirin, zêdeyî 545 hezar kes neçar mane malên xwe biterikînin.

Berdevkê UNHCR Adrîan Edwards daxuyaniyek da û diyar kir ku ji meha Adarê û vir ve bîlançoya şerê li herêmê ji ber êrîşên hewayî yên welatên Kendavê giran bûye. Hat ragihandin ku ji meha Adarê û vir ve di pevçûnan de 1.850 kes mirine, 7.394 kes birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Edwards ji ber şerê navxweyî herî kêm 545 hezar kes neçar mane cih û warên xwe biterikînin. Di nava van de 7 hezar Somaliyên ji ber pevçûnên li Somalî xwe li Yemenê girtibûn jî hene.

Hûsiyên Şîa di encama êrîşên xwe yên li hemberî yekîneyên ser bi Serokdewlet Abdûrrabbûh Mansûr Hadî de, destpêkê paytext Sanaa bi dest xistibûn, dûre jî berê xwe dabûn Adenê. Hûsiyên ku destek ji hêzên ser bi Serokdewletê berê Abdûllah Salih jî wergirtin bi pêş ve çûn. Ji bo pêşîgirtina li vê pêşveçûnê Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê dest bi êrîşên hewayî kiribûn.

Ji bo rêveçûna muzakereyên ji bo reawestandina pevçûnan, di hefteya bihurî de Siûdiyan ji bo 5 rojan agirbest dirêj kiribûn, lê belê pêr careke din bombebaranê destpê kiribû. Koalîsyona bi pêşengiya Siûdiyan, îdîa kiribûn ku agirbest ji aliyê Hûsiyan ve hatiye binpêkirin.