Li Îngilîstanê lêpirsîna li îstîsmara zayendî ya zarokan

Polîsê Îngilîz, 261 jê siyasetmedar, rojnamevan û sînemevanên 'li pêş çavan' der heqê 1433 kesan de ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan, lêpirsînê dimeşîne.

Polîsê Îngilîz, 261 jê siyasetmedar, rojnamevan û sînemevanên 'li pêş çavan' der heqê 1433 kesan de ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan, lêpirsînê dimeşîne.

Li Îngilîstanê, lêpirsînên der barê skandalên îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan ku bi dehan salan rû da, dewam dike. Tê gotin ku di çarçoveya lêpirsînê de 1433 gumanbar hatine tespîtkirin. Ji 261 gumanbarên 'li ber çavan' 76 jê siyasetmedar, 43 jê ji cîhana muzîkê, 135 jê ji cîhana sînemayê, 7 jê ji cîhana sporê ne. Hat ragihandin ku 216 ji yên hatine tespîtkirin jî mirine.

Berpirsyarê operasyona "Hydrant" daxuyaniyek da û diyar kir ku ew li gorî encamên lêpirsînên der heqê skandalên cuda yên demên cuda yên li Îngilîstan, Welatê Galler, Bakurê Îrlanda û Skoçyayê tevgeriyane.

DI NAVA SÊ SALAN DE GILÎ ZÊDE BÛN

Berpirsyarê lêpirsînê Jan Brown da xuyakirin ku hejmar mirovan matmayî dihêle û anî ziman ku ev yek nîşan dide îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan, di hemû beşên civakê de heye. Hat ragihandin ku giliyên der heqê îstîsmara zayendî de hatine kirin di sala 2015'an de li gorî sala 2012'an ji sedî 71 zêde bûne.