Drama penaberên li Başûrêrojhilatê Asyayê didome

Drama penaberên li Okyanûsa Başûrêrojhilatê Asyayê têkoşîna jiyanê didin, didome.

Drama penaberên li Okyanûsa Başûrêrojhilatê Asyayê têkoşîna jiyanê didin, didome. Duh bi sedan penaber ji aliyê masîvanan ve hatin xilaskirin û hat gotin ku di pevçûna xurekê ya penaberan de herî kêm 100 penaberî jiyana xwe ji dest daye.

Keştiyên ku piranî penaberên ku ji gelê Rohîngya yên ber şerê li Burmayê reviyane û welatiyên Bangladeşê pêk tên, li avên Okyanûsa Başurêrojhilatê Asyayê tên dîtin. Penaber hewl didin biçin Malezya û Endonezyayê lê ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve tên vegerandin, li okyanûsê terkî mirinê tên kirin. Ev jî rê li ber dramên mezin vedike.

Li gorî agahiyên hatine girtin 700 penaber li herêma Aceh a Endonezyayê ji aliyê masîgiran ve hatine rizgarkirin.  Penaber anîn Lîmana Langsa û hat hînbûn ku piranî penaber ji ber birçîbûnê rewşa wan a tenduristiyê ne baş e.

100 PENABER JI BER SEDEMA BIRÇÎBÛNÊ HATIN QETILKIRIN

Li aliyê din hat hînbûn ku ji penaberên ku ev nêzî 2 mehane di rêyan de bi sedan kes di pevçûnên ji ber xurekan de jiyana xwe ji dest dane. Şahid ji televîzyona BBC re axivîn û gotin ku piranî penaber bi rêya kêrkirin, darvekirin û avêtina avê, hatine qetilkirin.

Ev drama hefteyeke di çapemeniya cîhanê de bicih bûye û tê gotin ku ev 2 meh in têkoşîna jiyanê didin.

BI OKYANÛSÊ RE RÛ BI RÛ TÊN HIŞTIN

Tê gotin ku ev keştiyên penaberan dibin, dixwazin biçin Malezyayê, lê ji aliyê yekîneyên ewlehiya peravê ya vî welatî ve tê astengkirin. Tê gotin ku penaber berê xwe didin Endonezyayê lê li vir jî rastî heman mudaxaleyê tên.

Li gorî agahiyan 8 hezar panberên ji Kendava Bengal ketine rê û di avê okyanûsê de têkoşîna jiyanê didin.

Herî dawî NY û hinek welatên rojava bang kirin ku Malezya, Endonezya û Tayland vê pirsgirêkê çareser bikin. Desthilatdariya Burmayê red dike ku beşdarî zîrveya penaberan a tê xwestin di 29’ê Gulanê de li Taylandê pêk bê.