Li Rûsyayê qanûna NGO'yan bi sînor dike hat qebûlkirin
Li Rûsyayê, qanûna xebatên rêxistinên civakî yên sivîl ên navneteweyî (NGO) bi sînor dikin, li baskê jêrîn ê parlamentê li Dûmayê hat qebûlkirin.

Di dengdana duh a li Dûma Dewletê de qanûna ku dikare NGO yên 'gefê li sîstema destûrî, ewlekarî û parastina Rûsyayê dixwin' werin qedexekirin, hat qebûlkirin.
Bi qanûna nû re dozger wê karibe cezayê pêkanînên malî û astengkirina azadiya tevgerê bide NGO'yan. Eger rêveber û endamên NGO li dijî qanûnan derkevin, wê karibin heta 6 salan li girtîgehê werin ragirtin.
Tê payîn ku qanûna li Dûma Dewletê hat qebûlkirin, li baskê jorîn ê parlamentê ji Konseya Federasyonê derbas bibe û ji aliyê Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn ve were erêkirin. Pûtîn di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de îdîa kiribû ku gelek welatên Rojavayî bi bikaranîna rêxistinên civakî yên sivîl ên li Rûsyayê re dixwazin tevlîheviyê derxînin.