Derket holê ku polîsekî Elmanyayê di demên cuda de li du penaberan îşkence kiriye. Di navbera du bûyerên ku dozgeriyê lêpirsîn vekiriye herî kêm 6 meh hene û tê fikirîn ku ji yekî zêdetir polîsan îşkence kirine.
Li gorî nûçeya ku di radyoya NDR Info de cih girtiye, derket holê ku polîsekî li Polîsiya Federal a Hannoverê peywirdar bûye li du penaberan, ên welatiyên Afganîstan û Fasê bûne îşkence kiriye. Li gorî radyoyê sala buhrî bûyerên îşkenceyê deng dane.
LI DU PENABERAN ÎŞKENCE KIR DI WHATSAPP’Ê DE PARVE KIR
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku polîsê mijara gotinê ye sala buhrî li penaberekî Elman îşkence kiriye û ev îşkence li ser torên ragihandina civakî parve kiriye. Li gorî nûçeyê polîs heqaret û îşkenceyê li penaber dike.
Her wiha di nûçeyê de tê gotin ku piştî vê bûyerê 6 meh Îlona 2014’an vê carê li penaberê Fasî îşkenceyê dike. Hat gotin ku penaberê 19 salî li erdê hatiye dirêjkirin û bi zorê xwestiye ku goştê beraz bixwe.
Lê hîna hejmara polîsên ku îşkence pêk aniyê nayê zanîn. Li gorî radyoya NDR’ê dîmenê hatiye kişandin de botên du kesan tên dîtin.
Dozgeriya Hannoverê têkildarî polîsê îşkence li penaber kir, doz vekir û li mala wî lêgerîn pêk anî.