Di êrîşa DAIŞ’ê ya li hember mizgeftê de herî kêm 22 kes mirin

Li Siûdî Erebîstanê li hember mizgefta şîiyan ku êrîşa bombeyî pêk hat bîlanço giran dibe. Di êrîşa ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anî herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da, nêzî 100 kes birîndar bûn.

Li Siûdî Erebîstanê li hember mizgefta şîiyan ku êrîşa bombeyî pêk hat bîlanço giran dibe. Di êrîşa ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anî herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 100 kes birîndar bûn.

Di êrîşa bi heman rengî ya li Yemenê jî bi dehan kes birîndar bûn.

Êrîşa xwekujî di nimêja Înê de li hember mizgefteke li El Kudayş a li nêzî bajarê El Katif pêk hat. Herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da, nêzî 100 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa terorî ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, hat ragihandin ku herî kêm rewşa 12 kesan giran e.

Ligel vê li Yemena ku êrîşên Siûdî Erebîstanê yên li hember Husiyên Şîî didome li hember mizgeftekê êrîş pêk hat. Di êrîşa ku dîsa ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê pêk hat bi dehan zêdetir birîndar hene.