Norwecê di îxracata gazê ya ji bo rojavayê Ewropayê, Rûsya li pey xwe hişt

Rûsyaya ku di îxracata gazê ya ji bo welatên Ewropayê di rêza pêş de cih digirt, para wan a di piyasaya enerjiyê de kêm dibe. Di gaza ku YE’yê îthal kiriye de, para Norwecê, li gor nebaşiya Rûsyayê zêde dibe.

Li gorî hejmarên ku şîrketa cemawerî ya Norwecê,  Gasasco û şîrketa Gazproma Rûsyayê, di îxracata gazê ya ji bo welatên rojavayê Afrîkayê de, di rêza yekem de Norwec cih digire. Di tevahiya Yekîtiya Ewropayê (YE) Rûsya îxracatvanê girîng e û para wê ya li piyasaya Ewropayê jî ji bo başiya Norwecê kêm dibe.

Li gorî vê Norwecê sala bihûrî ji bo welatên rojavayê Ewropayê 29 mîlyar metrekup gaz firotiye û di sê mehên vê salê de jî heman firotin pêk aniye. Di heman demê de Rûsyayê jî 20 mîlyar metrekup gaz firot rojavayê Ewropayê.

Rûsya li tevayî YE’yê îxracatvanê gazê yê girînge û para wan a ji sedî 43, daket ji sedî 42’yê.  Sala bihûrî, gaza ku Rûsyayê îxrac kiriye jî sedî 10 kêm bû.

Norwecê jî para xwe zêde kir. Norwecê ji sedî 34’î derxist ji sedî 38’ê.