Li Cezayîrê operasyon: Zêdeyî 20 endamên AQMI mirin

Li Cezayîrê ku komên ser bi El Qaîde û DAIŞ'ê lê tevdigerin, di operasyonan de zêdeyî 20 milîtan hatin kuştin.

Li Cezayîrê ku komên ser bi El Qaîde û DAIŞ'ê lê tevdigerin, di operasyonan de zêdeyî 20 milîtan hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastinê ya Cezayîrê ve hat dayîn, yekîneyên artêşê li hemberî milîtanên Magreb El Qaîde (AQMI) operasyoneke berfireh lidar xistine. Wezaretê diyar kir ku di pevçûnan de herî kêm 20 endamên AQMI hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pevçûn bi giranî li herêmên daristanî yên li rojhilatê paytexta Cezayîrê rû didin.

Li Cezayîrê AQMI û komên Îslamî yên tund ên bîat ji çeteyên DAIŞ'ê re kirine, li qada daristanî ya li rojhilatê paytext bicih bûne. Di dawiya meha derbasbûyî de li Herêma Kabîlî pevçûn qewimîbûn û di encamê de 5 milîtanên Îslamî yên tund hatibûn kuştin.

Rêxistina çete ya bi navê Cûnd el Hîlafa ya bîatê ji DAIŞ'ê re dike, li vê herêmê di nava tevgerê de ye. Lîderê vê rêxistinê Abdulmalîk Gûrî ku bi qetilkirina dîlgirtiyan navê xwe da bihîstin, di operasyoneke meha Kanûnê de hatibû kuştin.