Li Elmanyayê greva rêyên hesinî
Li Elmanyayê, makînîstên ku ev çend meh in daxwazên wan bê bersiv in, piştî hefteyekê careke din dikevin grevê. Sendîkaya GDL'ê aşkera ne kir ku greva îro destpê bike wê heta kengî dewam bike.

Sendîkaya Makînîstên Elman (GDL) nerazîbûn nîşanî kargeha rêyên hesinî Deutsche Bahn da ku dixawze hevdîtinên giştî ji yekdestî werin meşandin û bi vê armancê biryara grevê da. Makînîstên ev saleke cara 9. dikevin grevê, wê îro ji saet 15'an û pê ve tevlî seferên bar, ji nîvê şevê saet di 2'an û pê ve jî tevlî seferên rêwiyan nebin.
Deutsche Bahn nerazîbûn nîşanî biryara grevê ya GDL da û îdîa kir ku sendîka wê bi mîlyonan xebatkaran mexdûr bike. Deutsche Bahn diyar kir ku sendîka 'tehdê li mîlyonan dike' û nerazîbûneek tund nîşanî grevê da.
Sendîkaya GDL a ku zêdeyî 17 hezar makînîstî temsîl dike, bi sendîkaya EVG a 200 hezar xebatkarên Deustche Bahn temsîl dike re di nava hevrikiyê de ne. GDL dixwaze ji bilî makînîstan ji bo komên din ên pîşeyî jî li ser navê xebatkaran tevlî hevdîtinên giştî bibe û muzakereyê bike.
GDL ji 1'ê Îlona par û vir ve bi armanca hişyarkirinê 8 caran grev organîze kiribû.