CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Elmanyayê amadekariya êrîşa dijberî Mislimanan
Li Elmanyayê 4 kes bi gumana di nav êrîşeke dijberî Misilmanan de ne hatin binçavkirin. -
Li Helebê de bi dehan sivîl mirin
Hêzên rejîma Baasê û çekdarên muxalefetê gelek taxên bajarê Helebê topbaran kirin. Di encamê de herî kêm 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. -
Li Elmanyayê amadekariyên protestokirina civîna bilind a G7 tên kirin
Civîna Bilind a G7 di 7-8'ê Hezîranê de wê li Qesra Elmaû ya bajarê Garmînsch ê Başûrê Elmanyayê were lidarxistin. Di bin sîwana "Stop G7 Elmaû" bi sedan sazî jî xwe ji bo protestokirina civîna bilind amade dikin. -
Awûstûryayê li dijî şopandinên îstîxbarata Elman doz vekir
Li hemberî xebatên guhdarîkirin û şopandinê yên Rêxistina Îstîxbarata Elman (BND) li ser navê îstîxbarata Amerîkayê (NSA), hikûmeta Awûstûryayê doz lê vekir. -
Îdîanameya têkildarî jehrîbûna Arafat hat amadekirin
Dadgerên ku îdîayên jehrîbûna lîderê berê yê Fîlîstînê Yaser Arafat lêpirsîn dikirin, îdîanameya xwe temam kirin. Naveroka îdîanameya ku di 30’ê Nîsanê de pêşkêşî dadgeha erkdar hat kirin jî hîna nayê zanîn. -
Gelo li Fransayê xwendekarên biyanî hatin qeydkirin?
Li Fransayê derket holê ku xwendekarên biyanî û misliman hatine qeydkirin û vê mijarê rojev dagir kir. -
Li Nepalê hejmara miriyan her roj zêdetir dibe
Di erdheja Nepalê ya 25’ê Nîsanê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 7.557’an. -
Artêşa Iraqê dest bi operasyona rizgarkirina Becî kir
Li parzîngeha Becî ji îro sibehê û vir ve di navbera DAIŞ'ê û hêzên artêşa Iraqê de pevçûnên dijwar diqewimin. Ji bo rizgarkirina 200 leşkerên payebilind jî di nav de ne, ku çeteyan dor li wan girtine, operasyonê destpê kir. -
Nexweşê duyemîn ê dilê protez lê hat bicihkirin 9 mehan jiya
Li Fransayê, nexweşê duyemîn ê dilê protez lê hatibû bicihkirin, jiyana xwe ji dest da. Nexweşê 69 salî, li gorî nexweşê destpêkê yê hat emeliyatkirin zêdetir jiya. Ev yek jî di van emeliyatên ceribandinê de weke rewşeke 'erênî' tê dîtin. -
Li Elmanyayê 2 mîlyon kes neçar e li du cihan bixebitin
Li Elmanyayê ku aboriya herî mezin a Yekîtiya Ewropayê ye û yek ji welatên rêjeya bêkariyê lê kêm e, karker ji bo karibin debara xwe bikin neçar in herî kêm li du cihên kar bixebitin. -
Endametiya Le Pen ê nîjadperest a li partiyê hat rawestandin!
Eniya Neteweyî (FN) a li Fransayê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li biyaniyan tê naskirin, ji bo ber bi desthilatdariyê ve bimeşe, hewldanên xwe yên 'nermkirinê' yên ji bo hilbijêran zêde kir. -
Li Polonyayê yekem neqla stû û qirikê ya tevlîhev
Li Glîvîce ya Başûrê Polonyayê li Navenda Onkolojiyê bi emeliyatekê, li nexweşê 37 salî gelek organên stû û qirikê hatin neqilkirin. -
Lêpirsîna li gumanbarên Frankfûrtê dewam dike
Lêpirsîna li hevserên Tirk ên roja Pêncşemê bi gumanbariya çalakiya 'terorê' lidar bixin li cihekî nêzî bajarê Elmanya Frankfûrtê hatin binçavkirin, dewam dike. -
Li peravên Îtalyayê di 2 rojan de nêzî 6 hezar penaber hatin 'rizgarkirin'
Hejmara penaberên hewl didin di ser Derya Spî re derbasî Îtalyayê bibin roj bi roj zêde dibe. Hat ragihandin ku di dawiya vê hefteyê bi tenê de, nêzî 6 hezar penaber ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravê yên Îtalyayê ve hatin rizgarkirin. -
Li Rêyên Hesinî yên Elmanyayê greva 6 rojan
Xebatkarên Rêyên Hesinî yên Elmanyayê ji îro û pê ve dikevin grevek nû. Eger çareserî neyê dîtin wê grev heta roja Yekşemê dewam bike. -
Welatên Kendavê deriyên xwe li penaberên ji Sûriyeyê re digirin
Piştî şerê li Sûriyeyê hejmara kesên welatê xwe terikandin, gihişt mîlyonan. Piraniya penaberan, koçî Lubnan, Iraq, Misir û Tirkiyeyê kirin. -
Gelo Fînlandiyayê ji ber Rûsyayê bang li rezervîstan kir?
Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê ji 900 hezar rezervîstan (leşkerên cihgir) re nivîsek şand û der barê ya divê di rewşa krîzê de were kirin, agahî da. -
Hevserên Tirk ên li Frankfûrtê hatin girtin bi Îslamiyên tund ve têkildar in!
Hevserên Tirk ên li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi îdîaya ku dema amadekarî ji bo êrîşeke bombeyî dikirin hatin binçavkirin, têkiliyên wan tên lêkolînkirin. -
Di muzakereyên rêyên hesinî yên Elman de hêviya çareseriyê
Li Elmanyayê di hevdîtinên giştî yên li ser mafên xebatkarên rêyên hesinî de bi mehan e li hevkirinek nîne. Lê belê pêşniyarên dawî hêviya çareseriyê zêde kirin. -
Li gorî anketên li Brîtanyayê şensê Partiya Karker zêde ye
Ji bo hilbijartinên giştî yên li Brîtanya Mezin, partiyên siyasî propagandayên xwe yên dawî dikin. Li gorî anketeke encamên wê hatin aşkerakirin Partiya Karker a li mûxalefetê wê bi rêjeyeke kêm, hilbijartinê qezenç bike. -
Doza lînca hov a li Kabîlê destpê kir
Li Afganîstanê, di doza lînca komî ya meha Adarê de, darizandina 19 jê polîs 49 bersûcan destpê kir. -
Rejîmê kampa Yermûk bombebaran kir
Rejîma Sûriyeyê kampa Yermûk a penaberên Filistînî lê diman, bombebaran kir. -
Têkoşîna Ewropayê ya bi qaçaxçiyên mirovan re zehmet e
Di 4 mehên ewil yên îsal de hejmara penaberên li Akdenîzê jiyana xwe ji dest dan, rekor şikand û vê jî girîngiya têkoşîna bi kaçaxvanên mirovan re bibîr xist. -
Li DYA senatorê antî-mîlyarder bû bernamzet
Bernie Sanders ê 73 salî ku xwe wek sosyalîst pênase dike, di pêşhilbijartinên sala 2016’an de bû hevrikê fermî yê Hillary Clinton. -
Germahiya gerdûnî: Ji her 6 sewalan yek bi tinebûnê re rû bi rû ye
Lêkolîneke Amerîkî, diyar kir ku eger emîsyonên karbondioksit bi leza xwe ya heyî dewam bike ji her 6 sewalên di bin tehdîda germahiya golbal de wê yek tine bibe.