Li Helebê de bi dehan sivîl mirin

Hêzên rejîma Baasê û çekdarên muxalefetê gelek taxên bajarê Helebê topbaran kirin. Di encamê de herî kêm 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên rejîma Baasê û çekdarên muxalefetê gelek taxên bajarê Helebê topbaran kirin. Di encamê de herî kêm 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li aliyekî din çeteyên DAIŞ’ê jî li bajaroka Cerablusê welatiyekî sivîl serjê kir.

Di van çend rojên dawî de şer û pevçûnên desthilatdariyê di navbera hêzên rejîmê, çekdarên muxalefetê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî li gelek tax û deverên bajarê Helebê û gundewarê wê rû didin.

Çekdarên muxalefetê  taxên di bin destên rejîma Baasê de ne, topbaran kirin. Di encamê de 10 welatiyên sivîl ku zarok jî di nava wan de hebûn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek xaniyên welatiyan ji ber topbaranê hilweşiyan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji ber topbaranê bi sedan welatiyên Taxa Eşrefiyê yên beşê di bin serweriya rêjîmê de ne, koçber dibin.

Li aliyekî din balafirên rejîmê bermîlên teqemenî bi ser gelek taxên Helebê de berdan û bi çekên giran jî êrîşî devera Birêc a bakurrojhilatê û Balafirgeha Minix a bakurê Helebê kir. Her wiha derdora Balafirgeha Kiwêris a başûrrojhilatê bajêr topbaran kir. Der barê ziyanan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li nêzî gundê Soran ê girêdayî bajarê Ezazê û gelek deverên din ên bakurê Helebê di navbera çekdarên muxalefetê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Çeteyên DAIŞ’ê her wiha gundê El-Toqlî yê bakurê Helebê bi dijwarî topbaran kirin. Di encama pevçûnan de gelek endamên her du aliyan hatin kuştin.

Li bajaroka Cerablus jî çeteyên DAIŞ’ê welatiyekî sivîl bi hinceta ku têkiliyên wî bi hin aliyên din re heye, li pêşiya sedan welatiyan ku zarok jî di nava wan de hebûn, serjê kirin.