Li Elmanyayê amadekariya êrîşa dijberî Mislimanan

Li Elmanyayê 4 kes bi gumana di nav êrîşeke dijberî Misilmanan de ne hatin binçavkirin.

Li Elmanyayê 4 kes bi gumana di nav êrîşeke dijberî Misilmanan de ne hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya Dozgeriya Federal a navenda wê Karlsruhe ye û li başûrê rojavayê welêt e got ku 4 kes bi gumana endamên, “rêxistineke terorîst a rastgirên radîkal e” hatine binçavkirin.

Dozgeriyê ragihand ku ji gumanbaran 3 zilam in, yek jî jin e û welatiyên Elmanyayê ne. Hat diyarkirin ku temenê wan di navbera 22 û 56’an de ne.

Tê gumankirin ku ev kes li hember kesên selefî, mizgeft û xaniyên penaberan di nav amadekariyên êrîşan de ne.