Doza lînca hov a li Kabîlê destpê kir
Li Afganîstanê, di doza lînca komî ya meha Adarê de, darizandina 19 jê polîs 49 bersûcan destpê kir.
Li Afganîstanê, di doza lînca komî ya meha Adarê de, darizandina 19 jê polîs 49 bersûcan destpê kir.
Lêpirsîna li ser lînckirina jina ciwan a bi navê Ferhûnde (27) a li pêş çavên polîsan, dewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de, 19 jê polîsên tevlî lînca meha Adarê bûne yan jî ji nedîtî ve hatine 49 bersûc tên darizandin.
Malbata jina ciwan a mezûna zanistên Îslamî ragihand ku pirsgirêkên psîkolojîk ên keça wan hebûn û bi molayên li ber mizgeftekê re li ser kelûmelên firotî re nîqaş kiriye. Lê belê qelebalixeke mezin a îdîa dike ku jina ciwan Kûrani Kerîm şewitandiye, li pêş çavê polîsan ew lînç kiribû.
Li gorî polîsê Kabîlê, polîsên di dema bûyerê de li cihê bûyerê de bûn 'ji bo belavkirina qelebalixiyê ketin nava hewldanan' lê belê nekarîn piştî lîncê ji şewitandina jina ciwan re bibin asteng.
Tevî vê parastina polîsan, sûcê polîs ê di sûc de aşkera hat dîtin û di dozê de herî kêm 19 polîs tên darizandin. Tevî van polîsan 30 kes jî wê ji ber sûcê "birîndarkirin, kuştin, teşwîqa şîdetê" bên darizandin.
Lînca hov a li Kabîlê di nava civaka Afgan de rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû. Rêxistina Talîbanê bi xwe jî dabû xuyakirin ku ew bûyerê şermezar dikin. Der heqê bûyerê de li paytext Kabîlê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Serokdewlet Eşref Ganî jî ji bo bûyerê gotina "çalakiya ji şîdeta zêde" bikar anîbû. Ganî, ji bo lêkolînkirina bûyerê biryar dabû ku komîsyonek were avakirin.