Li peravên Îtalyayê di 2 rojan de nêzî 6 hezar penaber hatin 'rizgarkirin'

Hejmara penaberên hewl didin di ser Derya Spî re derbasî Îtalyayê bibin roj bi roj zêde dibe. Hat ragihandin ku di dawiya vê hefteyê bi tenê de, nêzî 6 hezar penaber ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravê yên Îtalyayê ve hatin rizgarkirin.

Hejmara penaberên hewl didin di ser Derya Spî re derbasî Îtalyayê bibin roj bi roj zêde dibe. Hat ragihandin ku di dawiya vê hefteyê bi tenê de, nêzî 6 hezar penaber ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravê yên Îtalyayê ve hatin rizgarkirin.

Li gorî daneyên ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravê yên Îtalyayê (Gûardîa Costîera) ve hatin weşandin, di dawiya vê hefteyê de 5 hezar 800 penaberên xwestin derbasî Îtalyayê bibin hatine rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di roja Yekşemê de 2 hezar 152 kes hatine rizgarkirin, roja Şemiyê jî 3 hezar 690 penaber dema xwestine derbasî Îtalyayê bibin hatine rizgarkirin.

Hat destnîşankirin ku hejmara mirovên roja Şemiyê li Derya Spî hatin rizgarkirin, hejmara herî bilind a heta niha ye ku di nava rojekê de ewçend mirov tên rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniyê, hemû penaberên li Derya Spî hatine girtin, birine navendên pêşwazîkirinê yên li Îtalyayê.

10 PENABERAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daxuyaniya Gûardîa Costîera ji penaberên di dawiya hefteyê de hewl didan derbasî Îtalyayê bibin 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

di çarçoveya mîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Trîton a Îtalya koordîne dike de, di meha bihurî de di asta rekorê de penaber ketibûn serr ê. Di 12'ê Nîsanê de 3 hezar 791, di 13'ê Nîsanê de jî 2 hezar 850 penaber li Derya Spî hatibûn girtin.

Di meha Nîsanê de ji penaberên hewl dan derbasî Îtalyayê bibin 1.200 kes li Derya Spî fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.