Li Polonyayê yekem neqla stû û qirikê ya tevlîhev
Li Glîvîce ya Başûrê Polonyayê li Navenda Onkolojiyê bi emeliyatekê, li nexweşê 37 salî gelek organên stû û qirikê hatin neqilkirin.

Ev emeliyata neqilkirina stû û qirikê ku berê li cîhanê du caran hatiye kirin, cara yekem wisa tevlîhevî û komplîke pêk hatiye.
Profesor Adam Macîejewskî li navenda onkolojiyê daxuyanî da û diyar kir ku di 11’ê Nîsanê de di emeliyata hatiye kirin de ji stû û qirikê gelek organ hatine neqilkirin. Li gorî vê di heman emeliyatê de, organên boriya bêhndanê, boriya xwarinê, beza trîotê, çerm û hwd. hatine neqilkirin.
Li gorî agahiyên ku di daxuyaniya çapemeniyê de hatiye dayîn, yekem car emeliyeteke wisa tevlîhev pêk hatiye û hat destnîşan kirin ku emeliyat 17 saetan berdewam kiriye.
Nexweşê 37 salî Mîchal ku ji bo wî neqla stû û qirêkê hat kirin, zehmet be jî çend gotin vegotin. Mîchal ji bo her kesî spasiyên xwe pêşkêş kir.
Profeser Macîejewskî diyar kir ku nexweş bi lez behna xwe distîne û dest bi axaftinê kiriye û emeliyet ji ber vê yekê serketî derbas bûye.
Doktorên Navenda Onkolojiya Gliwice sala 2013’an neqla rûyê kesekî ku di qezaya trafîkê de rûyê wî bi giştî texrîb bibû, pêk anîn.