Li Elmanyayê amadekariyên protestokirina civîna bilind a G7 tên kirin

Civîna Bilind a G7 di 7-8'ê Hezîranê de wê li Qesra Elmaû ya bajarê Garmînsch ê Başûrê Elmanyayê were lidarxistin. Di bin sîwana "Stop G7 Elmaû" bi sedan sazî jî xwe ji bo protestokirina civîna bilind amade dikin.

Civîna Bilind a G7, bi beşdariya DYA, Îngilîstan, Japonya, Elmanya, Îtalya, Kanada û Fransayê wê di 7-8'ê Hezîranê de li Qesra Elmaû ya bajarê Garmînsch ê li Başûrê Elmanyayê were lidarxistin. Tê payîn ku di civîna bilind de serdestiya li çavkaniyên ser û binê erdê yên cîhanê, rawestandina herikîna penaberan û parastina berjewendiyên aborî yên welatên beşdar bên nirxandin. Hat ragihandin ku bûyer û rewşa li Rojhilata Navîn di bin serenavekî cuda de li civîna bilind were nirxandin.

AMADEKARIYÊN PROTESTO

Li aliyê din, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên alternatîf jî xwe ji bo xwepêşandaneke mezin amade dikin. "Yekîtiya Stop G7 Elmaû" ku navenda wê li bajarê Elmanya Munchenê ye, ji bo pêşî li civîna bilind a G7 bigire, xwepêşandanan lidar dixe.

Berdevkê Yekîtiyê ku bi sedan sazî di bin sîwana wê de ye Benjamîn Rûss anî ziman ku ew her şêwe çalakiyên dikarep êşî li civîna bilind bigire yan jî bêzar bike, rewa dibînin. Rûss anî ziman ku ew ê di dema civîna bilind de çalakiyan lidar bixin û got, "Em ê 4 rojan li cihên nêzî cihê civîna bilind bi beşdariya bi hezaran kesî kampê çêbikin. Ji bo meşa me ya dirêj a 6'ê Hezîranê ya li bajarê Garmîschê jî, wê ji her devera cîhanê beşdarî çêbibe. Em bang li her kesî dikin ku tevlî meşa me bibin."

BANGA TEVLÎBÛNÊ LI CIWANÊN KURD HAT KIRIN

Li ser navê rêxistinên ciwanan Nûnera Baskê Ciwanan a Sendîkaya Ver.dî Jana Kral jî diyar kir ku dewletên G7 bi polîtîkayên xwe re ciwanan dejenere dikin û bang li her kesî ku li dij derkevin. Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew di amadekariyên protestoyê de cih digirin û bang li ciwanên Kurd kir ku beşdarî meşên protestoyî bibin.

TÊ PAYÎN HEVSEROKA PYD'Ê EBDULLAH JÎ BEŞDAR BIBE

Li aliyê din beriya meşa mezin a 6'ê Hezîranê ya li bajarê Garmîschê, wê di 3-4'ê Hezîranê de Kongreya Navneteweyî ya Alternatîf bê lidarxistin. Ji gelek welatên cîhanê wê beşdarî li vê kongreyê çêbibe. Tê payîn ku Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah jî beşdarî kongreyê bibe.