Li Elmanyayê 2 mîlyon kes neçar e li du cihan bixebitin
Li Elmanyayê ku aboriya herî mezin a Yekîtiya Ewropayê ye û yek ji welatên rêjeya bêkariyê lê kêm e, karker ji bo karibin debara xwe bikin neçar in herî kêm li du cihên kar bixebitin.

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Daîreya Statîstîkan a Federal (Destatîs), li Elmanyayê herî kêm 2 mîlyon karker ji bo karibin debara xwe bikin ku karekî duyemîn dixebitin. Li gorî vê yekê ji sedî 5 ê nifûsa xebatkaran, li gel pîşeyê xwe neçar e karekî din jî bike.
Ev rêje ji sala 2011'an û vir ve bi rêjeya ji sedî 13 zêde bû û tê dîtin ku ev yek li gel jinan zêdetir e. Ji sedî 4,6 ê mêrên dixebitin neçar in karekî din bikin, ji sedî 5,4 ê jinên dixebitin li karekî duyemîn jî dixebitin.
Li gorî daneyên Destatîs jin ji ber ku bêhtir ji mêran di karên nîvê rojê de dixebitin, neçar in karekî duyemîn bibînin. Kesên karê duyemîn dikin, heftane 8,5 saetan dixebitin.
Elmanya bi rêjeya ji sedî 6,4'an re ji sala 1990'î dema yekbûnê û vir de di asta herî kêm a bêkariyê de ye. Lê belê herî kêm 7 mîlyon Elman neçarin heqdestekî têr an jî xebateke saetên temam, bêpar dijîn.
Li mezintirîn aboriya Yekîtiya Ewropayê Elmanyayê, hejmara xizanan di nava 10 salên dawî de zêde bûbû û gihaştibû 12.5 mîlyonî.