Dadgerên ku îdîayên jehrîbûna lîderê berê yê Fîlîstînê Yaser Arafat lêpirsîn dikirin, îdîanameya xwe temam kirin. Naveroka îdîanameya ku di 30’ê Nîsanê de pêşkêşî dadgeha erkdar hat kirin jî hîna nayê zanîn.
Têkildarî îdîayên jehrîbûna Yaser Arafat ku di 2004’an de li Fransayê jiyana xwe ji dest da, dadgerên lêpirsîn meşandin, îdîanameya xwe temam kirin û dan dedgehê. Tê payîn ku dadgeh di rojên pêş de biryara xwe bide. Bi gilîkirina hevsera Arafat, Suha Arafat lêpirsîn hat vekirin û di lêpirsînê de têkildarî ‘kesên nayê zane’ de doz hatibû vekirin û nayê payîn ku encamek derkeve.
Îdîayên hevsera Yaser Arafat encam nedabû û di 2012’an de biryar hatibû dayîn ku gora wî bê vekirin. Pisporên Fransî, Rûs û Swîsreyî test kirin û derketibû ku holê ku di bedena Arafat de 210 elementa polonyum hatiye dîtin.
Pisporên Rûs û Fransayê îdîa piştrast nekirin, lê yên Swîsreyê got ku encam jehrîbûnê nîşan didin.
Polonyum 2010 yekem car li ser alavên şexsî yên Arafat hatibû dîtin û li ser vê îdîayên jehrîbûna wî xurt bibûn.