Awûstûryayê li dijî şopandinên îstîxbarata Elman doz vekir

Li hemberî xebatên guhdarîkirin û şopandinê yên Rêxistina Îstîxbarata Elman (BND) li ser navê îstîxbarata Amerîkayê (NSA), hikûmeta Awûstûryayê doz lê vekir.

Li hemberî xebatên guhdarîkirin û şopandinê yên Rêxistina Îstîxbarata Elman (BND) li ser navê îstîxbarata Amerîkayê (NSA), hikûmeta Awûstûryayê doz lê vekir.

Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Johanna Mikl-Leitner diyar kir ku têkildarî guhdarîkirin û şopandinê de bi daxwaza ku doz bê vekirin serî li Dozgeriya Viyanayê dane. Mîkl-Leîtner, da zanîn ku gilîkirin li dijî ‘kesên nayê zanîn’ hatiye vekirin û got ku Awûstûrya ji hikûmeta Elman daxuyaniyekê dipê.

Hikûmeta Awûstûryayê da zanîn ku têkildarî guhdarîkirin û şopandinên li welatê wan kirine, ji Elmanyayê agahiyên bê kêmasî dixwazin û got yekîneyên ewlehiyê bi hempîşeyên Elman re di têkiliyê de ye. Mîkl-Leîtner, da zanîn ku ji bo skandal derkeve holê wê hewl bidin.

Skandala rêxistina îstîxbarata Elman ku BND jî têde, di hefteyên bûhrî de derketibû holê.BND’ê ji bo Ajansa Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA), agahiyên guhdarkirina şîrketên Ewropayê û rayedarên dewletê weşandibû.

Guhdarîkirin û şopandin di 2008’an de pêk hatine, ev jî Koalîasyona Mezin a desthilatdariyê di zorê de dihêle. Wezîrê Karê Hundir Thomas de Maîzîere, wê demê ji Daîreya Serokwezîrtiyê , wek wezîrê berpirs, ji rêxistina îstîxbaratê jî berpirs bû.