Germahiya gerdûnî: Ji her 6 sewalan yek bi tinebûnê re rû bi rû ye
Lêkolîneke Amerîkî, diyar kir ku eger emîsyonên karbondioksit bi leza xwe ya heyî dewam bike ji her 6 sewalên di bin tehdîda germahiya golbal de wê yek tine bibe.

Lêkolîn di kovara Science de hat weşandin. Nivîskarê esasî yê lêkolînê, lêkolînerê departmanê ekolojî û biyolojî yê Zanîngeha Connecticut Mark Urban, xwest bilez bikevin nav tevgerê.
Urban got: "Encamên vê lêkolînê diyar dikin ku di gersterkê de bi zêdebûna germahiyê re, wê tehlûkeya tinebûna nifş bilez bibe.”
Lêkolînerê Amerîkî got ku eger di polîtîkayên heyî de guhertinek çênebe wê ji sedî 16 cureyên sewalan di bin tehdîdê de bin.
Li gor piraniya zanyarên avhewayê, li gorî dema beriya sanayiyê germahiya global wê heta dawiya sedsalê 2 derece zêde bibe.
Lêkolînerê Amerîkî hesab kir ku di vê rewşê de ji sedî 5,2 cureyên sewalan tine bibin. Di rewşa niha de ev ast wek ji sedî 2,8 tê nirxandin.