Li DYA senatorê antî-mîlyarder bû bernamzet

Bernie Sanders ê 73 salî ku xwe wek sosyalîst pênase dike, di pêşhilbijartinên sala 2016’an de bû hevrikê fermî yê Hillary Clinton.

Bernie Sanders ê 73 salî ku xwe wek sosyalîst pênase dike, di pêşhilbijartinên sala 2016’an de bû hevrikê fermî yê Hillary Clinton.

Sanders ê li Capîtal a li Kongreya Amerîkî civîneke çapemeniyê ya kurt li dar xist, li hember xerciyên bêpîvan ên hilbijartinan nerazîbûn nîşan da. Sanders pirsa: “Çawa çêdibe yê herî dewlemend sedî 1, bi sedî 90’ê hê kêmtir dewlemend re xwedî heman dewlemendiyê ye?”

Sanders got, "Aboriya bi vî awayî ne tenê bêexlaq û xerab e, nayê parastin jî.”

Sanders ne endamê partiya demokrat e lê di nav koma demokrat de serbixwe cih digire.

Senator Sanders axaftina xwe wiha dewam kir: "Em nikarin li welatekî hem di nav welatên herî mezin ê zarok têde xizan in, hem jî mîlyoner û mîlyarder lê zêde dibin bimînin.”

Ketina pêşbirkê ya Sanders wê rewşa namzeta favorî Hillary Clinton nexe tehlûkeyê. Lê belê ji bo partiya demokrat helwesta xwe ya li hember baskê çep ê di bin banê xwe de tetmîn bike wê girîng be.