Gelo Fînlandiyayê ji ber Rûsyayê bang li rezervîstan kir?

Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê ji 900 hezar rezervîstan (leşkerên cihgir) re nivîsek şand û der barê ya divê di rewşa krîzê de were kirin, agahî da.

Li gorî nûçeya di medya Fînlandiyayê û kovara Newsweekê de cih girt, di nivîsa wezaretê de ji hemû mêrên di navbera 20 û 60 salî de hat xwestin ku agahiyên xwe yên şexsî ji artêşê re ragihînin.

Di nûçeyên medyayê de hat îdîakirin ku nivîsa Wezareta parastinê ji rezervîstan re şandiye, pêwendiya xwe bi gefên gengaz ên ji Rûsyayê werin, heye.

Wezîrê Parastinê yê Fînlandiyayê Carl Haglûnd der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku îdîayên hatine kirin, ne rast in. Haglûnd anî ziman ku pêwendiya banga li rezervîstan hatiye kirin bi têkiliyên aloz ên piştî krîza Ûkraynayê bi Rûsyayê re derketiye holê, nîne. Haglûnd got, "Em naxwazin sînyaleke bi vî rengî ji Rûsyayê re bişînin."

Tevî van daxuyaniyên Wezîrê Parastinê jî, dema li dîroka têkiliyên di navbera Rûsya û Fînlandiyayê were temaşekirin, rewşeke berevajî derdikeve holê. Serokdewlet Saûlî Nîînîsto herî dawî ji di axaftina xwe ya par a ji Washîngton Postê re gotibû, "Bi Rûsyayê re em xwedî dîrokeke dirêj in û ev dîrok her tim aştiyane nebûye. Ji ber vê yekê çavdêriya me li tevgera Rûsan û kûrbûna me li vê yekê, rewşeke matmayî nîne."

Sînorê di navbera Fînlandiya û Rûsyayê de hezar 340 kîlometre ye. Hikûmeta Fînlandiyayê par gelek caran ji ber tevgera artêşa Rûs a li herêma sînor 'gumanên xwe' anîbû ziman.