Eniya Neteweyî (FN) a li Fransayê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li biyaniyan tê naskirin, ji bo ber bi desthilatdariyê ve bimeşe, hewldanên xwe yên 'nermkirinê' yên ji bo hilbijêran zêde kir. Lîderê berê yê partiyê Jean-Marîe Le Pen ku zimanê xwe yê tund û nîjadperest tê zanîn, ji ber gotinên xwe yên bi salane dibêje, biryar hat dayîn ku endametiya wî ya partiyê were sekinandin.
Jean-Marîe Le Pen, ku yek ji damezrînerên 1972'an ên FN ye û heta sala 2011'an serokatiya giştî ya vê partiyê meşand, ji ber gotinên xwe yên nîjadperest endametiya wî ya partiyê duh hat rawestandin. Le Pen ku di heman demê de serokê rûmetî yê partiyê ye, ev statuya wî wê di kongreya awarte ya piştî sê mehan de were nirxandin.
Li gorî biryara Polîtburo ya partiyê, parlamenteriya Jean-Marîe Le Pen a li Parlamenta Ewropayê (PE) û endametiya li Meclîsa Herêma PACA wê dewam bike.
Jean-Marîe Le Pen ê 86 salî, serokatiya Eniya Neteweyî ku 40 salan bi rêve bir, di sala 2011'an de radestî keça xwe Marîne Le Pen kiribû. Nakokiyên di navbera Jean-Marîe Le Pen û Marîne Le Pen û ketina endametiya Le Pen a partiyê, weke parçeyeke ji polîtîkayên ji holê rakirina rewşa dûrmayîna hilbijêran ji FN tê nirxandin.
Jean-Marîe Le Pen berî demeke dirêj li ser Elmanya Nazî, Romanan û Afrîkayê, nirxandinên nîjadperestî kiribû.
Keça wî Marîne Le Pen dixwaze hem navê bavê xwe qels bike hem jî nîşanî hilbijêran bide ku 'partiyeke rastgir a nerm e'. Te payîn ku Le Pen di hilbijartinên Serokkomariyê yên 2017'an de ji sedî 30 ê rêjeya dengan bi dest bixe. Lê belê Le Pen a ku pêkane xuya nake ku di tûra duyemîn de hilbijêre, ji bo bigihêje vê armanca xwe dervehiştina bavê xwe yê 'ya berê temsîl dike' hilbijart.