Di muzakereyên rêyên hesinî yên Elman de hêviya çareseriyê

Li Elmanyayê di hevdîtinên giştî yên li ser mafên xebatkarên rêyên hesinî de bi mehan e li hevkirinek nîne. Lê belê pêşniyarên dawî hêviya çareseriyê zêde kirin.

Piştî ku ji sendîkaya makînîstan (GDL) ji bo dawiya vê hefteyê daxuyaniya grevê nehat, pêşniyarên nû yên şîrketa rêyên hesinî ketin rojevê.

Di hevdîtinên navbera Sendîkaya Makînîstên Elman (GDL) û şîrketa rêyên hesinî Deutsche Bahn de encamek derneket, lê ji şîrketê pêşniyarên nû ji bo xebatkaran hatin kirin. Di daxuyaniya duh a ji aliyê Deutsche Bahn ve hat kirin de hat ragihandin ku ew hêvîdar in sendîkaya GDL wê 'pêşniyarên cidî' yên wan binirxîne.

Di nava pêşniyarên ji aliyê Deutsche Bahn ve hatinekirin de, zêdekirina maeşan bi du qonaxan re ji sedî 4,7 û heta 30'ê Hezîranê ji bo carekê dayîn hezar Euroyî, hene.

GDL jî dixwaze maeş herî kêm ji sedî 5'an bê zêdekirin û dema xebatê ya heftane saetekê were kêmkirin.

Yek ji sedemên lihevnekirina di navbera xebatkarên rêyên hesinî û şîrketa Deutsche Bahn de, lihevnekirina GLD û sendîkaya EVG a jê mezintire, ye. Her du sendîka ji bo komên ji heman pîşeyî mafê muzakereyê dixwazin. Lê Deutsche Bahn dixwaze bi her koma pîşeyî re ji hev cuda muzakereyê bike.