Gelo li Fransayê xwendekarên biyanî hatin qeydkirin?

Li Fransayê derket holê ku xwendekarên biyanî û misliman hatine qeydkirin û vê mijarê rojev dagir kir.

Li Fransayê derket holê ku xwendekarên  biyanî û musliman hatine qeydkirin û vê mijarê rojev dagir kir.

Robert Menard ku bi piştgiriya Eniya Neteweyî (FN) ya rastgir, li bajarê Bezîers bû şaredar, axaftinên wî yên şeva duşemê matmayî hiştin.  Menard diyar kiribû ku wê li gorî ol û aydiyeta xwendekaran qeydan bikin û derket holê ku xwendekar tên qeydkirin. 

Robert Menard şeva duşemê ji bernameya televîzyona France 2 re axivî û got ji sedî 64,6’ê xwendekarên dibistanên bajarê Bezîers, muslimanin û got ev hejmar di destê şaredariyê de ne. Menard got: “Ev hejmar destê şaredariyê de ne. Ez wek şaredar yek bi yek navê xwendekaran dizanim. Ez dizanim mafê me ji bo tiştekî wisa tine lê têkirin.” Menard diyar kiribû ku xwendekaran qeyd dikin.

Menard duh sibehê ji radyoya RMC re jî axivî û îdia kir ku berhevkirina agahiyên têkildarî zarokan de bi armanca alîkariyê ye û got: “Ger li dibistanan ji sedî 80’ê zêdetir Musliman û Magreb bin, mirov nekarin kesî entegre bikin. Fatureya vê kî dide.?”
Xwendekarên bi gotinên şaredar li rojevê runişt, qeydkirina wan a di alî nasname û etnîkî de  li gorî qanûnên Fransayê sûc e. Li Fransayê îstatîstikên têkildarî etnîk û olî de qedexeye û tiştên ku Menard kiriye jî wek ‘qeydkirinê’ tê qebûlkirin.
Komîsyona Azadî û Ragîhandinê ya Neteweyî (Cnîl) têkildarî vê de daxuyaniyek da û got pêkanîna van îstatîstikan qedexeye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê daxuyaniyên Menard ji nêz ve bişopînin.

ŞAREDARIYÊ ÎNKAR KIR

Li aliyê din tevî daxuyaniyên şaredar bixwe, şaredariya Bezîers înkar kir ku agahiyên têkildarî zarokan nehatine berhevkirin.

Bi biryara dozgeriya komarê ya Bezîers polîsên girêdayê SRJP’ê bi ser avahiya şaredariyê de girtin. Piştî serdegirtinê şaredariyê di Facebookê de got: “Şaredariya me têkildarî zarokên bajar de qeydkirin, nekiriye, nake jî.”

Menard ku bi daxuyaniyên xwe rojev dagir kir, duh di daxuyaniya çapemeniyê ya da de, îdia kir ku zarok qeyd nekirine.  Menard got ku wan xwe çawa gîhandiye hejmara xwendekaran wê ji darazê re bêje.

Di serî de serokkomar Françoîs Hollande gelek siyasetmedaran bertek nîşanê şaredar Menard da. Hollande got qeydkirin li dij nirxên komarê ye û her wiha serokwezîr Manuel Valls jî diyar kir ku Robert Menard di rewşeke şerm de ye.