Rejîmê kampa Yermûk bombebaran kir

Rejîma Sûriyeyê kampa Yermûk a penaberên Filistînî lê diman, bombebaran kir.

Balafirên rejîma Sûriyeyê kampa Yermûk a penaberên Filistînî bombebaran kir, her wiha li gelek deverên Sûriyeyê di navbera hêzên rejîmê û çekdarên muxalefetê de şer derket.

Li gorî agahiyên ji çapemeniya herêmî hatiye girtin balafirên rejîma Sûriyeyê 10 dever di kampa Yermûk a penaberên Filistînê ya li başûrê paytext Şamê bombebaran kir. Hate gotin ku di encamê de zerara madî ya mezin çêbûye.

Li aliyê din jî hate gotin ku li der dora herêma Til Wasit a Hemayê jî di navbera hêzên rejîmê û çekdarên muxalefetê de şer derket. Li vê herêmê her du aliyan herêm topbaran kirin. Têkildarî  hejmara kuştî û birîndaran de ti agahî ne hatin dayîn. Hate gotin ku şer piştî rejîm di herêma Til Weset pêş ketiye û gundê El-Ziyara ya li heman herêmê xistiye bin destê xwe şer derketiye.

Hêzên rejîmê bajaroka El-Temanê, gundên Mensûra, Beyt Rais û Menarê yên Hemayê bombebaran kirine. Her wiha gundê Qestûn ê li Sehil Xab jî ji aliyê hêzên rejîmê hate bombebarankirin. Di encamê de ziyaneke mezin pêk hat, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li bajarê Dûma ya Gundewarên Şamê jî di navbera hêzên rejîmê û çekdarên muxalefetê şer derket.  Li ser vê yekê hêzên rejîmê hin herêm ji herêma Zebedanî ya Şamê û hin deverên bajarê Quneytira bombebaran kirin.