Hevserên Tirk ên li Frankfûrtê hatin girtin bi Îslamiyên tund ve têkildar in!

Hevserên Tirk ên li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi îdîaya ku dema amadekarî ji bo êrîşeke bombeyî dikirin hatin binçavkirin, têkiliyên wan tên lêkolînkirin.

Hevserên ku di kompûtera wan de vîdeoyên şîdetê hatin dîtin, guman jê tê kirin ku pêwendiya xwe bi derdorên Îslamî yên tund ve hene.

Li mala hevserên Tirkiyeyî yên şeva Pêncşemê li Oberûsel a Fransfûrtê hatin binçavkirin, gelek çek û cebilxane hatibûn girtin. Tê gotin ku hevserên li mala wan bombeya lûleyê, parçeyên çeka G3 û bombeyen testê yên tanksavarê hatin dîtin, têkiliya xwe bi rêxistinên Îslamî yên tund ve hebe.

Li gorî agahiyên ji aliyê Daîreya Krîmînal a Eyaletê (LKA) hatin ragihandin, li kompûtera hevserên hatin binçavkirin dîmenên ji şîdetê hatine dîtin. Hat gotin ku ji bo lêkolînkirina kompûtera mijara gotinê polîsan dest danîne ser.

Tê texmînkirin ku hevserên Tirk plan dikirin, di 1'ê Gulanê de êrîşî tûra bisîkletan a li navenda fînansê Frankfûrtê bikin.

Li Elmanyayê di têkoşîna li hemberî selefiyên Îslamî yên radîkal ku tê gotin bi hezaran ji wan li Elmanyayê ne, nêrînên cuda derdikevin holê. Bi taybetî partiyên rastgir dixwazin hemû xebatên komên selefî werin qedexekirin.