Artêşa Iraqê dest bi operasyona rizgarkirina Becî kir

Li parzîngeha Becî ji îro sibehê û vir ve di navbera DAIŞ'ê û hêzên artêşa Iraqê de pevçûnên dijwar diqewimin. Ji bo rizgarkirina 200 leşkerên payebilind jî di nav de ne, ku çeteyan dor li wan girtine, operasyonê destpê kir.

Li parzîngeha Becî ya Iraqê ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji îro sibehê û vir ve di navbera DAIŞ'ê û hêzên artêşa Iraqê de pevçûnên dijwar diqewimin. Ji bo rizgarkirina 200 leşkerên payebilind jî di nav de ne, ku çeteyan dor li wan girtine, operasyonê destpê kir.

Di operasyona ji bo paqijkirina Parzîngeha Becî ya li parezgeha Selahaddînê û rizgarkirina 200 leşkerên dor li wan hatine girtin, hêzên bijarte yên Iraqê cih digirin. Li başûrê parzîngehê artêşa Iraqê bi topan mewziyên çeteyan hedef digire.

Berdevkê Fermî yê Polîsê Federal ê Iraqê Mihemed El Beyzanî der barê êrîşa dijber û rêveçûna operasyonê de agahî da û anî ziman ku bi gihaştina hêzên alîkar re li herêmê pevçûn dijwar bûye. Berdevk diyar kir ku Destwerdana Lezgîn a Polîs, Yekîneya Paqijkirina ji Mayînan, Cûnd El Aman, hêza taybet a Serokwezaretiyê û tîmên Antî-Terorê yên Iraqê tevlî operasyonê bûne û li başûrê parzîngehê li ser rêya gundê Mezîreyê pevçûnan destpê kirine.

Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Iraqê ve hat dayîn, bi leşkerên hatine dorpêçkirin re herî dawî beriya destpêkirina pevçûnan bi rêya telefonê têkilî hatiye danîn. Ev sê roj in alîkarî ji 200 leşkerên ji aliyê çeteyan ve hatine dorpêçkirin alîkarî nagihêje herêmê. Hat ragihandin ku di axaftina îro de leşkeran alîkariya lezgîn xwestine.