Li Nepalê hejmara miriyan her roj zêdetir dibe
Di erdheja Nepalê ya 25’ê Nîsanê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 7.557’an.
Di erdheja Nepalê ya 25’ê Nîsanê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 7.557’an.
Di erdheja Nepalê ya 25’ê Nîsanê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 7.557’an. Xebatên rizgarkirinê li deverên ku herî zêde ji erdhejê zerar dîtine didomin.
Li ser erdheja Nepalê ya 25’ê Nîsanê, deh roj derbas bûn. Xebatên rizgarkirinê li deverên ku herî zêde ji erdhejê bandor bûne didomin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku 7.557 kesî jiyana xwe ji dest daye. Li herêma ku ji erdhejê herî zêde bandor bûye 131.500 leşker û polîs xebatên rizgarkirinê didomînin. Di xebatan de 100 ekîbên biyanî jî dixebitin.
Berdevkê Wezîrê Karên Hundir ê Nepalê Laxmi Prasad Dhakal got: “Rewşa li welêt hêdî hêdî asayî dibe. Ji ber êdî alîkarî digihêjin herêmên ku herî zêde ji erdhejê bandor jî bûne.”
Rayedaran diyar kirin ku 7.557 kesan jiyana xwe ji dest dane, 14.536 kes birîndar bûne. Erdhej li Hîndîstan û Çînê jî hatibû hîskirin û 100 kesî jiyana xwe ji dest dabû.
Rayedarên hikûmetê diyar kirin ku mimkun e hejmara mirî û birîndaran zêde bibe. Rayedaran anîn ziman ku li herêmên herî zêde ji erdhejê bandor bûne xebatên rizgarkirinê nû hatine destpêkirin.