Têkoşîna Ewropayê ya bi qaçaxçiyên mirovan re zehmet e

Di 4 mehên ewil yên îsal de hejmara penaberên li Akdenîzê jiyana xwe ji dest dan, rekor şikand û vê jî girîngiya têkoşîna bi kaçaxvanên mirovan re bibîr xist.

Di 4 mehên ewil ên îsal de hemara penaberên li Akdenîzê jiyana xwe ji dest dan, rekor şikand û vê jî girîngiya têkoşîna bi qaçaxçiyên mirovan re bibîr xist. Lê tê dîtin ku polîs û daraza Ewropayê di têkoşîna li dijî çeteyên qaçaxçiyên mirovahiyê, zehmetiyan dikişînin.

Di sê mehên ewil yên salê de ji her hezar penaberî 48 kes dema ji ser Akdenîzê derbasî Ewropayê dibûn, jiyana xwe ji dest dan.
Sala buhrî 664 hezar kesî ji bo penaberiyê serî li welatên YE’yê dabûn û ev penaber hemû bi hevkariya şebekên qaçaxçiyên mirovan gihiştin welatên ku hedef dikirin. Xebatên qaçaxçiyan ên li ser Akdenîzê balê dikişînin û  behsa hebûna bi hezaran komên cuda tê kirin.

Hinek qaçaxçî li welatên cuda di bin navê acentaya gerê xebatan dimeşînin û li Tirkiyeyê jî li ser Facebookê rêxistinkirin tê kirin. 

Kesên dixwazin biçin welatên Ewropa di navbera 3-7 hezar Euro de pere didin û tê gotin ku ev pere ji bo zarokên temenê wan 8’ê jî tê girtin.

Li gorî pisporê Daîreya Krîmînal a Elman (BKA) Markus Pfau hinek şebeke garantiyê didin penaberên ku ji aliyê polîsan hatine girtin ku bibin welatên dixwazin.

Penaberên ku Lîbya û Bakurê Afrîkayê dibin Îtalya û Yewnanîstanê tevî encamên dramatîk didomin. Tê gotin ku ev şebeke bi pereyên kêm jî bi mîlyonan euro qezenc dikin û ji bo vê jî jiyana sedan kesî dikin xetereyê.