Lêpirsîna li gumanbarên Frankfûrtê dewam dike
Lêpirsîna li hevserên Tirk ên roja Pêncşemê bi gumanbariya çalakiya 'terorê' lidar bixin li cihekî nêzî bajarê Elmanya Frankfûrtê hatin binçavkirin, dewam dike.
Lêpirsîna li hevserên Tirk ên roja Pêncşemê bi gumanbariya çalakiya 'terorê' lidar bixin li cihekî nêzî bajarê Elmanya Frankfûrtê hatin binçavkirin, dewam dike.
Lêpirsîna li hevserên Tirk ên roja Pêncşemê bi gumanbariya çalakiya 'terorê' lidar bixin li cihekî nêzî bajarê Elmanya Frankfûrtê hatin binçavkirin, dewam dike. Piştî vê binçavkirinê, daxwazên ji bo qedexekirina xebatên selefiyan ên li Elmanyayê zêde bûn.
Hevserên Tirk ên li bajarokê Oberûrsel ê nêzî Frankfûrtê hatin binçavkirin, pêwendiya wan bi El Qaîde yan jî çeteyên din ên şîdetê dikin re tê lêkolînkirin. Li kompûtera hevseran, dîmenên komkujiyên ji aliyê çeteyên Îslamî ve hatin kirin, hatin dîtin. Hat ragihandin ku hevalekî wan ê xwendekar ê berê jî, endamê El Qaîdeyê ye û li girtîgehê ye.
Bi belge û daneyên ji kompûterê hatine wergirtin re hewl tê dayîn kesên bi van re di nava têkiliyê de ne werin tespîtkirin. Li mala hevserên Tirk ên di şeva Pêncşemê de hatin binçavkirin gelek çek û cebilxane hatibû girtin. Tê gotin ku hevserên li mala wan bombeya lûleyê, parçeyên çeka G3 û bombeyen testê yên tanksavarê hatin dîtin plan dikirin li hemberî tûreke bisîkletan a 1'ê Gulanê êrîşê lidar bixin.
Rojnameya Frankfûrta Allgemeîne Zeîtûngê di hejmara xwe ya roja Yekşemê de ragihand ku hevserên hatine girtin pêwendiya xwe bi gelek çeteyên çûne Sûriyeyê û vegeriyane heye.
Li aliyê din, piştî binçavkirinan nîqaşên qedexeya li ser Îslamiyên tund ên li Elmanyayê jî dewam kir. Di daxuyaniya rêveberiya herêmî ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) de hat xwestin ku hemû xebatên selefî yên li Elmanyayê werin qedexekirin.
Partiyeke din a rastgir AfD jî diyar kir ku divê kampanya bi navê 'Lies (Bixwîne)' a bi belavkirina Kûrani Kerîm li gelemperiya Elmanyayê tê meşandin, were qedexekirin.