CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Chikungunya li Kolombiya 25 can stend
Hate ragihandin ku Kolombiyayê di salekê de 25 kes ji ber nexweşiya Chikungunya jiyana xwe ji dest dan. -
Li Afganîstanê hezaz: 22 jê zarok, 52 kes winda ne
Li gundekî Eyaleta Badakşan a li bakurê Afganîstanê hezaz pêk hat, herî kêm 52 kes winda bûn. -
Li kampa Yermûkê pevçûna rejîm û DAIŞ'ê
Li kampa penaberên Fîlîstînî Yermûkê, di navbera rejîma Baasê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin. -
Zanistên Amerîkayî: DYA êdî ne demokratîk, olîgarşîk e!
Zanistên du zanîngehan ên Amerîkayî diyar kirin ku êdî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ne ji aliyê gel, ji aliyê olîgarkan ve tê bi rêvebirin. -
Bi tenê alternatîfek ji xebatkarên kreşê re hat hiştin: Grev
Li Elmanyayê, di peymanên giştî yên der heqê bi sed hezaran xebatkarên dibistanên dayikê û wargehên lênêrîna zarokan (Kîtas) de, li hev nehat kirin. -
YE daxwaza Ûkraynayê ya ji bo yekîneyên leşkerî red kir
Li Ûkraynayê ku piştîp eymana Mînsk a meha Sibatê ji nû ve rîska pevçûnan xwe da der, hikûmet ji Yekîtiya Ewropayê (YE) desteka leşkerî dixwaze. -
Li Teotîhûacan a antîk cîwa şilavî hat dîtin
Arkeologan li sîteya Teotîhûacan a antîk a li nêzî paytexta Meksîka Meksîkoyê, di tunelekê de cîwa şilavî dîtin. Hêvî heye ku ev keşfa nû, der heqê bajarê girik de agahiyên nû derxîne holê. -
Bêkariya li Fransayê rekor şikand
Li Fransayê hejmara bêkaran rekoreke nû şikand. Hejmara bêkarên li gelemperiya welêt, yekemcar 3,5 mîlyon derbas kir. -
Şîlî hewl dide xweliyên xwe paqij bike
Hat ragihandin ku li Şîlî Volkana Calbûco ya 22’ê Nîsanê roja Çarşemê ket nav tevgerê, xwelî û dûman belav kir mimkun e careke din destpê bike. -
Ji 2004 ve 12 hezar erdhej, 600 hezar kes mirin
Ji erdheja sala 2004 pêk hat û rê li ber Tsunamiyê vekir, ve 12 erdhejên mezin pêk hatin û zêdetiı 600 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Nepalê bîlanço giran bû
Erdheja sibeha Şemiyê li Nepalê rû da, bû sedema ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin û bi hezaran birîndar bibin. -
Di hilbijartinên Kazakîstanê de Nazarbayev bi ser ket
Di hilbijartinên li endamê berê yê Yekîtiya Soywetan Kazakîstanê de, ku mezintirîn welatê Asya Navîn e, careke din Nazarbayev bi ser ket. -
Li Stockholmê peykerê Seyfo hat çikandin
Li Swêde yekemîn peykerê qirkirinê duh li Stockholmê bi beşdariya Wezîrê Enerjiyê yê Swêdê Îbrahîm Baylan, rayedarên ji sefaretxaneyên Sirbîstan, Sûriye, Ermenîstan û Lubnanê, li navçeya Botkyrka bi merasîmekê hat çikandin. -
Li Nepalê hejmara miriyan 1.900 derbas kir
Hejmara mirovên di erdheja bi dijwariya 7.9 a li Nepalê de jiyana xwe ji dest dan, 1.900 derbas kir. -
29 sal derbas bûn, bi mîlyonan mirov hînê karesata Çernobîlê dijîn
Di ser karesata nukleerî ya Çernobîlê re 29 sal derbas bûn. Hînê jî bi mîlyona mirov di bin bandora radyasyonê de ne. -
Li Elmanyayê alîgir û dijberên komirê daketin kolanan
Li Elmanyayê, hewldanên kêmkirina hilberîna komirê yên ji bo kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê tên meşandin, rê li ber nerazîbûna madenkaran vekir. -
Li Ewropayê skandaleke din a firotina goştê hespan
Li skandalên goştê heywanan ên li welatên Ewropayê yeka din zêde bû. Di operasyonên li 7 welatan de, bi dehan kesên ku bi hezaran hesptên xwedî tenduristiyeke nebaş serjêkirine û goştê wan pêşkêşî bazarê kirine, hatinbinçavkirin. -
WWF: Petrola herikî nava deryayê nêzî Giravên Kanarya bûye
Sotemeniya ji hezaran tonî ya ji keştiya mezin a li peravên Giravên Kanarya yên Spanyayê binav bû herikî nava deryayê, gefê li hawirdorê dixwe. -
Li Nepalê bîlanço giran dibe
Li Nepalê, bîlançoya erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî ya li bakurrojavayê paytext Katmandû rû da, giran dibe. -
Namzetên HDP’ê yên Kocaelî Komeleya Çewligiyan ziyaret kirin
Namzetên parlamenteriyê yên HDP ên Kocaelî, piştî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Derînce Esentepe, Komeleya Çewligiyan ziyaret kirin. -
Di erdheja Nepalê de herî kêm 876 mirî
Di erdheja li bakurê rojavayê paytexta Nepal Katmandu ya bi pileya 7,9 rû da, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da. Li Hîndîstan û Çînê jî mirovan jiyana xwe ji dest da. -
Di erdheja Nepalê de bi sedan mirî hene
Di erdheja ku li bakurê rojavayê paytexta Nepal Katmandu pêk hat, li gor bîlançoya fermî ya nû herî kêm 449 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li Arktîka helîna qeşayê rê li ber firsenda petrolê vedike
Neteweyên Arktîka, di civîna hat lidarxistin de tehlûke û firsendên ji ber germahiya gerdûnî anîn bîra xwe. DYA, Danîmarka, Fînlandiya, Swêd, Îzlanda, Kanada, Norwec û Rûsya tevlî civînê dibin. -
Bi pileya 7,9 li Nepalê erdhej pêk hat
Li Nepalê îro bi pileya 7,9 erdhejeyeke pir dijwar rû da. -
Li Yemenê ji bo Hûsiyan banga ‘vekişin’
Serokdewletê berê yê Yemenê Alî Abdullah Salîh ku li Yemenê kesekî bi bandor e, bang li Hûsiyên Şîî ku pê re di tifaqê de ye kir ,ji xaka di mehên dawî de desteser kirine, vekişin.