Li Elmanyayê alîgir û dijberên komirê daketin kolanan

Li Elmanyayê, hewldanên kêmkirina hilberîna komirê yên ji bo kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê tên meşandin, rê li ber nerazîbûna madenkaran vekir.

Li Elmanyayê, hewldanên kêmkirina hilberîna komirê yên ji bo kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê tên meşandin, rê li ber nerazîbûna madenkaran vekir. Bi deh hezaran kesên li dijî kêmkirina karê santralên komirê derdikevin û yên dixwazin bi lezgînî hilberîna komirê were sekinandin, di heman demê de daketin kolanan.

Hikûmeta Federal a Elmanya par biryar da bû ku belavkirina karbondîoksîtê (CO2) li hewayê, heta sala 2020'î li gorî rêjeya sala 1990'î ji sedî 40 kêm bike. Piştî ku hat fêmkirin zehmet e ev bicih were anîn, biryar hat dayîn ku hilberîna komirê were kêmkirin û li santralên komirê yên 21 sal temam kirine, belavkirina CO2 dakeve 22 mîlyon tonî.

Planên Wezîrê Aboriyê Sîgmar Gabrîel ên li ser kanên komirê ji hawirdorparêzan destekê dibînin, lê belê xebatkarên kanên komirê û sendîka li dij derdikevin. Li paytext Berlînê duh bi qasî 15 hezar kes li hev civiyan û xwestin hilberîna komirê dewam bike.

Di çalakiya li ser banga Sendîkaya Enerjî Kîmya û Madnkariyê IG-BCE de hat ragihandin ku dest berdana ji karê komirê wê rê li ber bêkariya bi qasî 100 hezar kesî veke.

DIJBERÊN KOMIRA LÎNYÎT JÎ DAKETIN QADAN

Li aliyê din bi qasî 6 hezar kes li kana Garzweîler a di hedefa dijberên komirê de ye hatin cem hev, xwestin hilberîna komira lînyîtê bê sekiandin. Di navbera gundên li derdora kana Lînyîtê de bi 7.5 kîlometreyî zincîra ji mirovan hat avakirin û hat destnîşankirin ku ji bo xwegihandina armancên li hemberî germbûna global, divê ew berê xwe bidin çavkaniyên enerjiya dikare ji nû ve were bikaranîn.

Der barê pêşeroja hilberîna komirê de li koma xebatê ya hikûmeta koalîsyonê avakiriye, wê îro nîqaş were meşandin. Der barê planên Wezîrê Aboriyê Gabrîel Sîgmar de ku di heman demê de lîderê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ye, di nava partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU de dijberiyeke tund jî heye.