Ji 2004 ve 12 hezar erdhej, 600 hezar kes mirin
Ji erdheja sala 2004 pêk hat û rê li ber Tsunamiyê vekir, ve 12 erdhejên mezin pêk hatin û zêdetiı 600 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Ji erdheja sala 2004 pêk hat û rê li ber Tsunamiyê vekir, ve 12 erdhejên mezin pêk hatin û zêdetiı 600 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyekê hejmara kesên di erdheja roja 25’ê Nîsanê li Nepalê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe, li aliyekî din jî ji erdheja sala 2004 pêk hat û rê li ber Tsunamiyê vekir, ve 12 erdhejên mezin pêk hatin û zêdetirî 600 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Di erdhejan de hêmanên sereke yên dibin sedema mirinê zêde tundiya erdhejê, zêdebûna şêniyê, saet û binesazî ne.
Erdhejên mezin ên ku ji 2004 ve pêk hatin ev in:
23'yê Kanûna 2004 Okyanûsa Hindê:
Erdheja bi hêzz 9.3 li peravên girava Sûmatra ya Endonezyayê pêk hat û bû sedem ku li welatên başûrê Asyayê Tsunamî rabe û di encamê de 170 hezar kes jê li Endonezyayê, 220 hezar kesên din jî li 10 welatên din ên Asyayê jiyana xwe ji det dan.
8 Cotmeh 2005- Pakîstan/Hindistan:
Li Herêma Kaşmîrê di encama erdheja pêk hat de 73 jê li Pakîstanê 75 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.
27 Gulan 2006-Endonezya:
Li herêma Yogyakarta ya Girava Java erdhejek pêk hat di encamê de nêzî 60 hezar kes mirin, 1,5 milyon kes bê xanî man.
15 Tebax 2007-Perû:
Di erdheja bi pêla 7.7 li başûrê welêt û paytext Lîmayê xist de 900 kesî jiyana xwe ji dest dan û 320 kes bê mal û xanî bûn.
12 Gulan 2008-Çîn:
Li parêzgeha Sichuan a dikeve rojavayê başûrê welêt di erdheja bi hêza 8 de nêzî 87 hezar kes mirin. Ev erdhej weke erdheja herî kujer a 32 salan ket dîroka Çînê.
30 Îlon 2009-Endonezya:
Li rojavayê Girava Sûmatra û bi taybet jî perava Padangê erdhejek bi hêza 7.6 pêk hat û di encamê de zêdetirî 1.100 kes jiyana xwe ji dest dan, nêzî nîv milyon kes bê mal û xanî man.
12 Çile 2010-Haîtî:
Di erdheja bi hêza 7 li beşa mezin a Port-au-Prince ya paytexta welêt pêk hat de zêdetirî 200 hezar kes mirin. Zêdetirê nîv milyon kes bê xanî man.
27 Sibat 2010-Şîlî:
Di erdheja li bajarê Maule û navenda başûrê welêt xist de zêdetirê 520 kesî jiyana xwe ji dest dan.
14 Nîsan 2010-Çîn:
Li herêma Qinghai ya dikeve rojavayê bakûrê welêt erdheja bi hêza 6.9 pêk hat û di encamê de 3 hezar kes mirin.
11 Adar 2011-Japonya:
Li herêma Tohoku ya dikeve rojhilatê bakurê welêt erdhejek bi hêza 9 pêk hat û di encamê de tsunamî rabû û 19 hezar kes mirin. Ev erdhej bû sedema karesata mezin a santrala nukeelerê ya Fukuşîma.
23 cotmeh 2011- Bakurê Kurdistanê:
Li herêma Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 7.2 pêk hat, zêdetirî 600 kes jiyana xwe ji dest dan, 4.150 kes birîndar bûn.
3 Tebax 2014-Çîn:
Li herêma Yûnnan a çiyayî erdhejek bi hêza 6.1 pêk hat û di encam de 600 kes mirin, 2400 kes birîndar bûn, 80 hezar xanî hilweşiyan.