Li Swêde yekemîn peykerê qirkirinê duh li Stockholmê bi beşdariya Wezîrê Enerjiyê yê Swêdê Îbrahîm Baylan, rayedarên ji sefaretxaneyên Sirbîstan, Sûriye, Ermenîstan û Lubnanê, li navçeya Botkyrka bi merasîmekê hat çikandin.
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF
STOCKHOLM
duşem, 27 avrêlê 2015, 07:02
Li Swêde yekemîn peykerê qirkirinê duh li Stockholmê bi beşdariya Wezîrê Enerjiyê yê Swêdê Îbrahîm Baylan, rayedarên ji sefaretxaneyên Sirbîstan, Sûriye, Ermenîstan û Lubnanê û Şaredarê Botkyrka li navçeya Botkyrka bi merasîmekê hat çikandin.
Di merasîma vekirinê de ku piraniya wan Asûrî-Suryanî nêzî 500 kes amade bûn, Serpîskoposê Dêra Otodosk a Suryaniyan û Serokê Yekîtiya Dêrên Swêdê Benjamîn Ataş axivî û diyar kir ku di encama girtin û qirkirina beriya 100 salî di şeva 23-24'ê Nîsanê de destpê kir, 1,5 mîlyon Ermenî, Suryanî û Rûm ên Pontûs hatine qetilkirin.
Ataş anî ziman ku ji bo Tirkiyeyeke ji yek al, yek ziman û ye neteweyî were avakirin, hemû gel û baweriyên cuda hatine qirkirin û destnîşan kir ku birîn û travmayên ji ber qirkirina Seyfo vebûne, wê ti carî baş nebin.
Ataş da xuyakirin ku her çend di ser qirkirinê re 100 sal derbas bûne jî dîrok dubare dibe, di roja îro de jî li Rojhilata Navîn li dijî Suryanî, Ermenî û Êzidiyan qirkirin tê kirin, berhemên dîrokî û çand tên tinekirin û got, "Tevî van hemû êrîşan jî Neteweyên Yekbûyî ne xwedî hunera pêşîgirtinê ye. Her roj em êrîşê li derveyî mirovahiyê yên li dijî mîratya mirovahiyê dibihîzin.. Eger Seyfo weke qirkirinê hatibûya qebûlkirin, wê Neteweyên Yekbûyî hîn bêhtir bibûya xwedı qadeke tevgerê û mafê destwerdana li êrîşan."
Ataş destnîşan kir ku ji bo lihevkirinê û pêçandina birînên qirkirinê, divê Tirkiye û hemû welatên Asûrî-Suryanî lê dijîn qirkirinê qebûl bikin û anî ziman ku ev yek ji bo pêşîgirtina li qirkirinên nû pêwîst e.
Piştî axaftinan Ataş û oldarên din ên Suryanî, tevî Wezîrê Enerjiyê yê Swêdê Îbrahîm Baylan û Şaredarê Botkyrka, peykerê qirkirinê vekirin.
Li aliyê din ji ber 100. salvegera qirkirinê li Stockholm û navçeyên wê xwepêşandanan dewam kirin. Piştî meş û xwepêşandanên roja Înê yên bi beşdariya bi hezaran kesî, bi sedan kesên di dawiya hefteyê de li Meydana Sergel a Stockholmê civiyan, qirkirina Suryaniyan protesto kirin.
Her wiha bi heman wesîleyê, tevî paytext Stockholmê li bajarên Göteborg, Jönköping, Västerås, Skövde, Södertälje, Norrköping û Uppsala jî bi dehan ayîn, meş, mîtîng, panel û konferans hatin lidarxistin.